Parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku nabe pirsgirêka Kurd tenê di asta ewlekarî û çekdanînê de bê nirxandin, ji bo çareseriyeke mayinde divê sedemên xwe yên dîrokî, siyasî û hiqûqî bêne nirxandin. Unsal diyar kir ku sererastkirinên qanûnî yên ku ketine rojevê wê bi gavên şênber diyar bibe bê ji bo çareseriyê ne, yan jî amûreke belavkirina pêvajoyê ya li demê ye.
'ALIYÊ KURD BERPIRSYARIYA XWE DI ASTEKE BILIND DE BI CIH ANÎ'
Unsal bal kişand ser gavên pratîkî û şênber ên pêvajoyê û gavên dîrokî yên ku tevgera Kurd heta niha avêtine bi bîr xist. Unsal ragihand ku rêxistinê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî bi rengekî kategorîk red kir, çek şewitand û hêzên xwe yên leşkerî bi temamî derxist derveyî sînorên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku pêvajo divê zelal be.
Unsal bi bîr xist ku di bin sîwana Meclîsê de komîsyonek hate avakirin, vê komîsyonê li Îmraliyê yekser hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û got, di asta heyî de aliyê Kurd li bendê ye ku aliyê dewletê gaveke di heman astê de cidî û samîmî biavêje ku ev yek gelekî normal û rewa ye. Unsal diyar kir ku gavên demokratîk ên navborî heta niha ji aliyê desthilatdariyê ve nehatine avêtin.
Ahmet Farûk Unsal agahiyên têkildarî qanûna çarçoveyê yên li çapemeniyê belav bûn rexne kir û anî ziman ku ev yek ne li gorî ruh û cidiyeta çareseriyê ye. Unsal diyar kir ku piraniya îdîayên li çapemeniyê belav bûn gotinên manîpulatîf in û got, "Bi rengê 'Wê ji bo hinekan be,' 'Ji bo hinekan wê derbas nebe', 'înfaz wê bê kêmkirin', 'wê qanûna poşmaniyê be' gelek gotinên dûrî ji xwezaya vê pêvajoyê belav dibin."
Unsal anî ziman ku têkildarî naveroka qanûna ku tê gotin wê bê amadekirin agahiyeke têrker û zelal ji raya giştî re nehatiye dayin û got, DEM Partî jî di vê mijarê de hîn xwedî agahiyeke berfireh nîne.
'DIVÊ GIRANIYA DÎROKÎ Û CIVAKÎ YA MESELEYÊ JINEDÎTÎ VE NEYÊ'
Unsal destnîşan kir ku ferzkirina bi rengê 'poşmaniyê' ti carî nayê qebûlkirin û diyar kir ku formulên bi vî rengî ti carî wê li naveroka siyasî û rûmetî ya pêvajoyê neyê. Unsal got, "Beriya her tiştî eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê nebe nêzîkatiyeke qebûlkirinê.
Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep ev êş û pirsgirêk nekişandin. Ji xwe îradeya siyasî jî ya ku pêvajo da destpêkirin, herhal ev rastî dîtibû ku pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin."
Unsal mezinahî û cidiyeta gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîr xist û ragihand ku bi nedîtina giraniya civakî û dîrokî ya meseleyê, bi polîtîkayên rojane çareserî nikare bê peydakirin.
Unsal got, "Beriya her tiştî em qala pirsgirêkekê dikin ku bi qasî temenê Komarê ye" û bi bîr xist ku zêdeyî çil salan şerekî cidî qewimî, zêdeyî sed hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov hatin girtin û gelek mirov jî neçar man ku penaber bibin. Unsal destnîşan kir ku fesixkirina avaniya muxatabê pirsgirêkê raxist pêş çavan ku gavên divê dewlet biavêje çiqasî radîkal û wêrek be û got, divê gavên ku Tirkiye biavêje li gorî vê cidiyeta dîrokî be.
'DIVÊ DÎLGIRTIYÊN SIYASÎ BÊNE BERDAN, DAWÎ LI DESTESERKARIYA QEYÛM BÊ ANÎN'
Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke civakî ya mayinde û rasteqîn Unsal got, divê nêîkatiyeke tasfiyekar neyê nîşandan û hin gavên ku divê bêne avêtin bi vî rengî pênase kir:
"Ji bo hemû endamên rêxistinê, ku rêveberên wê jî di nav de karibin tevlî siyaseta demokratîk û qanûnî ya li Tirkiyeyê bibin, divê ev derfet bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Pêkanînên qeyûm ên ku tê wateya desteserkirina îradeya gel divê tavilê bi dawî bibin. Ahmet Turk û hemû şaredarên ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin divê tavilê li wezîfeya xwe bêne vegerandin. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên ji kevneşopiya siyasî ya Kurd ku bi operasyonên tasfiyeyê hatin girtin, pêwîste tavilê bêne berdan û karibin tevlî nava jiyana siyasî bibin."
'EGER PIRSGIRÊKÊN ESASÎ NEYÊN ÇARESERKIRIN, NERAZÎBÛNÊN CIVAKÎ WÊ JINÛVE RÛ BIDIN'
Unsal astengiyên qanûnî û destûra bingehînî yên ku pirsgirêka Kurd kronîk kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ev pirsgirêkên bingehîn ên ku statukoyê hildiberîne divê bi rengekî bingehînî bêne çareserkirin. Ahmet Farûk Unsal destnîşan kir ku di serî de mafê zimanê dayikê divê mafên kolektîf bi qanûnan bêne misogerkirin û hişyarî da ku eger pirsgirêkên bingehîn çareser nebin wê nerazîbûnên civakî jinûve rû bidin. Unsal got, "Îro mijara PKK wê bê girtin, lê belê eger pirsgirêkên bingehîn neyên çareserkirin sibe wê tiştên cuda rû bidin. Ji ber vê jî divê pirsgirêkên bingehîn ên ku pirsgirêka Kurd hildiberîne ji holê bêne rakirin."
Di vê çarçoveyê de Unsal li gel mafên çandî diayr kir ku divê reforma bingehîn di pergala rêveberiyê de bê kirin û Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî yê Ewropayê li gorî sererastkirinên qanûnî yên guncaw bi lez bi cih bê anîn.
'ABDULLAH OCALAN LI ROJAVA ABI ROLEKE ÇÊKER RABÛ'
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku bûyerê li Sûriyeyê û Rojava bi rengê senaryoyên felaketê yên ku Tirkiye jê ditirsiya yan jî plan dikir neqewimî û got, di pêvajoyên krîtîk ên li Rojava de Abdullalh Ocalan bi roleke damezrîner û çêker rabû.
Unsal diyar kir ku di pêvajoya şerê herêmî yê li qada Îranê de jî Kurdan bi pêngavên PKK an jî Abdullah Ocalan li gel DYE û Îsraîlê hevkarî nekirin û got, vê sekna stratejîk di asteke girîng de Enqere rehet kir.
Unsal ragihand ku li gel vê yekê jî divê bê qebûlkirin ku pirsgirêka Kurd bi giranî pirsgirêka navxweyî ya li Tirkiyeyê ye, ji ber ku piraniya nifûsa Kurdan li Tirkiyeyê ye û meseleya esasî jî statuya Kurdan a li Tirkiyeyê ye.