Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de ya li Meclisê axivî û bûyreên di rojevê de nirxand.
Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de sînamegerê Kurd Murat Çiçek bi bîr anî ku li Japonyayê di binçavan de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û bang li hikumeta Japonyayê kir ku mirina Murat Çiçek ronî bike. Her wiha nerazîbûn nîşanî desthilatdariya Tirkiyeyê da û got: “Murat Çîçek welatiyekî Tirkiyeyê bû. Lê tevî vê jî desthilatê daxuyaniyek neda û tiştek nekir. Weke DEM Partiyê em ê şopdarê meseleyê bin û ji malbatê re serxweşiyê dixwazin.”
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku welatî ji ber krîza aboriyê di nav gelek zahmetiyan de dimînin û got: “Hefteya bihurî em li Rihayê bûn. Cotkar mexdûr in. Divê piştgirî ji bo cotkaran bê kirin.”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Civîna Bilind a NATO'yê ku li Enqereyê pêk hat û wiha axivî: “Encamnameya vê civîna bilind de jî ji şer û plansaziya çekên nû hat kirin. Welatî ji ber pergalê bi birçîbûnê re rû bi rû ne, lê çavkaniyên ku divê ji bo pêdiviyên gel bê xerckirin lê mixabin ji çekan re tê veqetandin. Her wiha piştî Lûtkeya NATO'yê yek ji mijarên ku tê nîqaşkirin jî ev e ku artêşa Tirkiyeyê dikare bibe artêşa Amerîkayê. Lê desthilat vê yekê weke serkeftinekê pênase dike. Ew ne serkeftin e. Divê Tirkiye nebe parçeyekî şer. Em dibêjin pergaleke alternatîf pêkan e. Ew jî komara demokratîk e. Em ê komara demokratîk ava bikin.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku zextên li ser muxalefetê dewam dikin û ev yek anî ziman: “Ji ber NATO'yê gelek kes hatin binçavkirin û girtin û bi awayekî fiîlî rewşa awarte hate ragihandin. Rojnamegerên ji Tirkiyeyê nekaribûn Lûtkeya NATOyê bişopînin. Divê zextên li ser muxalefetê bi dawî bibin. Dawî li serdagirtinên şeredariyan were anîn û yên hatine hilbijartin neyên girtin. Desthilat her ku diçe polîtîkayên zextê kûrtir dike. Zanîngeh kirine cihên bazirganiyê. Akademisyên rastî zextan tên û ji kar tên derxistin. Em li kêleka têkoşîna akademîsyenan in.”
Tulay Hatîmogullari Komkujiya Geliyê Zîlan û berxwedana 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê bi bîr xist û wiha got: “Çend roj berê jî me salvegera şewitandina çekan ragihand. Hemû kes tiştekî dibêje, ew jî dawîanîna înkarê û pêkanîna çareseriyê ye. Li Geliyê Zîlan komkujiyeke mezin li dijî gelê Kurd hat kirin û berpirs nehatin ceza kirin. 96 sal derbas bûn, bûyer nehat ronîkirin û edalet bicih nehat. Her wiha di 14'ê Tîrmehê de li Zindana Amedê li dijî kiryarên înkarê berxwedaneke mezin hat kirin. Em kesên di Komkujiya Zîlanê de hatine qetilkirin û berxwededêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin. Her wiha bi ser şewitandina çekan re salek derbas bû. Êdî dor hatiye ku ev pêvajo bi qanûnan bê misogerkirin. Ji bo wê jî divê qanûna çarçoveyî demildest bê rojeva Meclisê. Divê beriya Meclis bikeve betlanê, qanûna çarçoveyî bê çêkirin û piştî di meha Cotmehê de Meclis vêbû jî ji bo xurtkirina vê qanûnê sereratkrinên nû bên kirin. Divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew weke DEM Partiyê li ser 4 xalan radiwestin û xalên ku ji bo qanûna çarçoveyî ev xal rêz kir: “Xala yekê; divê qanûneke binyadî (kok) û ku hemû kesan digire nava xwe û kategoriyê nake bê çêkirin. Xala didoyan; li gorî rapora Meclisê divê sepanên qeyiman bi dawî bibe û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk werin. Xala sisêyan; astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin û girtîgeh werin valakirin. Xala çaran; divê şert û mercên xebatên birêz Abdullah Ocalan bê başkirin ku birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bixebite. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze êşên bi salan baş bike. Birêz Abdullah Ocalan dema bi civakê re bikaribe biaxive û perspektîfa çareseriyê bêje, dikaribe pêşiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vebike. Divê dev ji zimanê ku dijbertiyê xurt dike, bê berdan û zimanekî aştiyane bê bikaranîn. Dirêjkirina pêvajoyê xetereyan derdixe. Divê civak bêtir xwedî li pêvajoyê derbikeve ku dewlet jî gavan biavêje. Desthilat mecbur e neavêtina gavan ji civakê re bêje, berpirsyariya xwe ya vê pêvajoyê ji civakê re vebêje. Divê êdî ji gotinan zêdetir gavên pratîk bên avêtin.”