ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya aştî û civaka demokratîk li demê belav bike û got, "Bila her kes baş zanibe ku di pêvajoyê de rewşeke welê nîne ku her tişt di rêya xwe de dimeşe."

Çalakiyên ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê wê bêne şopandin.

Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.

Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan çalakiya herî dawî ye ku serî lê tê dayin. Ev çalakî dema ku bi ti awayî bersiv ji daxwazên mafdar re nayê dayin û rûmeta mirovan tê binpêkirin, têne destpêkirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."

Jinên li Rojava bi rêxistinên xwe yê civakî û parastinê ku di nava mercên herî giran ên şer ava kirin, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê. Niha jî ji bo parastina destketiyan li dijî rejîma Sûriyeyê ya nû ya cîhadîst li ber xwe didin.