Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ye. Em Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi minet û hurmet bi bîr tînin ku di vê berxwedana dîrokî de ya ku em weke 'Roja Rûmetê' bi nav dikin şehîd bûn. Em soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha felsefeya jiyan û têkoşînê ya wan, jiyaneke demokratîk û azad pêk bînin."
KCK'ê got, "14'ê Tîrmeha 1982'an ji aliyê dîroka Kurdistanê ve rojeke gelekî girîng e" û wiha dewam kir, "Darbekarên faşîst ên 12'ê Îlonê ku ji bo qirkirina gelê Kurd hatibûn ser desthilatdariyê, di 14'ê Tîrmehê de ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve hatin têkbirin.
Darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ji xwe re kir armanc ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê bitepisîne. Apoyiyên ku di salên 1970'î de derketin pêş, li dijî mêtingeriya qirker a ku dewleta Tirk li gelê Kurd dikir, ala îsyanê hildan. Apoyî li Kurdistanê zû bi pêş ketin û di sala 1978'an de 27'ê Mijdarê bûn partî. PKK'ê di demeke kurt de li gelek deverên Kurdistanê mêtingeriya qirker hejandibû. PKK welê bi pêş ve diçû ku pêşî nikarîbû lê bihata girtin.
Armanca dewleta Tirk a ku dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk ku stratejiya neteweyî ya bingehîn a dewleta Tirk bû, her roj derb dixwar. Di 12'ê Îlona 1980'î de ji bo pêşî li vê pêşketinê bê girtin û mêtingeriya qirker jinûve bê serwerkirin, darbeya faşîst a leşkerî hate kirin. Bi rêya vê darbeya faşîst hate xwestin ku PKK bê eciqandin ku li ber mêtingeriya qirker serî hilda bû. Demeke dirêj êşkence li hezaran kadro, sempartîzan û alîgirên PKK'ê hate kirin û li zindanan hatin ragirtin. Bi êşkenceyên giran xwestin poşmaniyê li ser girtiyan ferz bikin û wan bikin îtirafkar. Bi vî rengî wê ne tenê PKK li nava betonên zindanan bihate asêkirin, di heman demê de wê îradeya gelê Kurd bihata şikandin, dest ji Kurdîtiyê bihata berdan û bihata qirkirin.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji bo têkbirina vê armanca qirkirinê jiyana xwe danîn holê. Polîtîkaya qirkirinê ya li ser teslîmiyeta li zindanan rawestandin. Eger li hemberî vê armanca nexêr helwest nehatibûya nîşandan, wê siberoja gelê Kurd bihata tarîkirin. Li seranserê Kurdistanê bi polîtîkaya qirkirinê wê Tirkbûyîn bihate bicihkirin. Dema ku berxwedana 14'ê Tîrmehê hate bîranîn divê ev rastî baş bê fêhmkirin û vegotin. Têgihiştin û nêzîkatiya 'Tenê li dijî êşkenceyê li ber xwe dan' wê bibe sedem ku armanca mêtingeriya qirker a li zindana Hejmara 5'an a Diyarbakirê neyê dîtin.
Wê bibe neheqiyeke mezin a li van berxwedêran ku dema mirov qala êşkenceyê bike, li ber êşkenceyê rabe lê belê armanca esasî ya vê pergala êşkenceyê danîne holê. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê armancên nexêr ên qirker ên dewleta Tirk baş dîtin, lewma jiyana xwe danîn holê û berxwedana herî mezin a dîroka Kurdistanê pêk anîn. Ev berxwedan tam di dema xwe de hate kirin. Eger rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê pêk nehatibûya, me yê îro bidîta bê qirkirin di asteke çiqasî bilind de li Kurdistanê belav bûye. Ji ber ku li ser teslîmiyeta li zindanan wê atmosfereke psîkolojîk û siyasî bi dest bixista ku qirkirinê bi lez bikin.
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne tenê plana bilezkirina qirkirinê sekinandin, di heman demê de bi felsefeya xwe ya jiyan û têkoşînê hêza têkoşînê ya gelê Kurd afirandin ku karibe jiyana demokratîk û azad pê biafirîne. Eger di nava mercên zehmet de li ber xwe nedabûna ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ye û bi vî rengî rêbaza serketinê bi dest nexistibûna, destketiyên ku di nava 50 salên dawî de li çar parçeyên Kurdistanê hatin afirandin, wê pêk nehatibûya. Lewma felsefeya jiyan û têkoşînê ya wan îro jî rê nîşanî me dide, ku Kemal Pîr bi gotina 'Ez ji jiyanê ewqasî hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim' ev felsefe danîbû holê.
Projeya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi vê felsefeya jiyan û têkoşînê dikare bê biserxistin. Di vê felsefeyê de tiştekî bi navê zor û zehmetiyê nîne; zor û zehmetî hinceta têkoşîn û serketinê ye.
Di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de em şehîdên zindanan hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."