Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku di sala 2014’an de hatibû qetilkirin, anîn Tirkiyeyê.

MÎT’ê ragihand ku Talîp Guler ê bi navê "Abdusselam Turkî” tê nasîn û di ”Ofîsa Faruk" a DAÎŞ’ê ya avaniya Tirkiyeyê de dixebite û bi bultena sor lê dihat gerîn, ji Sûriyeyê anîn Tirkiyeyê.

Talîp Guler yek ji kujerên sereke yê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku di 14’ê Cotmeha 2014’an de li Edeneyê di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin e û 12 sal in lêpirsîn bi encam nebûye.

Di nûçeya ku medyaya Tirk hat weşandin de cih nedan ku Guler yek ji kujerên xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ye.

Her çend di dema lêpirsîna kuştinê de gelek agahî û daxuyanî derbarê Güler û gumanbarên din de hebin jî, heta niha di dozê de tu pêşketinek girîng çênebûye.