Elmanyayê li hevjînên ku zarokên Êzîdî kirine kole, cezayê hepsê birî
Dadgeheke li Elmanyayê cezayê hepsê li hevjînên endamên DAÎŞ’ê yên Iraqî ku ji ber kolekirin û îstîsmara zayendiya ya li hemberî du zarokên Êzîdî dihatin sûcdarkirin, birî.
Dadgeheke li Elmanyayê cezayê hepsê li hevjînên endamên DAÎŞ’ê yên Iraqî ku ji ber kolekirin û îstîsmara zayendiya ya li hemberî du zarokên Êzîdî dihatin sûcdarkirin, birî.
Di doza ku li bajarê Munihê hate dîtin de dadgehê hevjînên berbehs ji ber sûcên weke komkujî, sûcê li dijî mirovahiyê, kolekirin, êşkence, sûcê şer, îstîsmara zayendî ya li ser zarokan û endatiya rêxistina terorî DAÎŞ’ê sûcdar dîtin.
Dadgehê li sûcdarê zilam cezayê hepsa heta hetayê û ji hevjîna wî jî ku hate diyarkirin di dema kirina sûcên berbehs de 18 salî nebûye, 9 sal 3 meh cezayê hepsê hate birî.
Li gorî biryara dadgehê hevjînên berbehs di navbera salên 2015-2017’an de li Iraq û Sûrriyeyê dinava refên DAÎŞ’ê cih girtine. Hate tespîtkirin sûcdaran du keçikên Êzidî ku yek ji wan 5 salîû ya din 12 salî bûye, kirine kole û sûcdarê zilam gelek caran destdirêjiya zarokan kiriye û sûcdara jin jî alîkarî daye van êrîşên li ser her du zarokan û tundiya fîzîkî li zarokan kiriye.
‘ZAROKATIYA ME BES LI GEL ÊŞÊ DERBAS BÛ’
Di rûniştina biryarê de îfadeyên zarokên mexdûr jîhatin xwendin. Di îfadeyan de van gotinan cih girtiye: ‘’Em Êzîdî kole bûn. Heya kûçik jî ji me qîmettir bûn. Zarokatiya me bes li gel êşê derbas bû.’’
Hate diyarkirin ku hevjînên sûcdar her du zarokên berbehs ji endamên din ên DAÎŞ’ê re hiştine, di sala 2017’an de ji Sûriyeyê derketine û di sala 2024’an de li başûrê Elmanyayê hatine girtin.