Li gorî tora EuroMOMO ku ji aliyê Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Ewropayê (ECDC) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve tê destekkirin; ji 10 hezar kesên ku ji ber germê mirine, zêdetirî 9 hezar kesên wan li ser 65 saliyê re bûn.
Pispor didin xuyakirin ku germa zêde dibe sedema nexweşiyên dil û rêyên bêhnstendinê girantir bibe û ji ber vê yekê rîskeke mezin dide ser jiyana kal û pîran.
‘SEDEMEKE DIN NÎNE’
Serbijîşkê Enstîtuya Neteweyî ya Xwînê ya Danîmarkayê Lasse Vestergaard diyar kir ku hejmara mirinên hefteya dawî ya meha Hezîranê ji bo vê dema salê pir zêde û neasayî ye. Vestergaard got: "Mirov nikare sedemeke din bibîne ku vê rêjeya bilind a mirinê ji bilî germa zêde şirove bike."
GUHERÎNA AVHEWAYÊ
Zanyaran dan zanîn ku ev pêla germa giran a di dawiya Hezîranê de, bêyî guherîna avhewayê ya ku mirov dibin sedem, "hema hema ne pêkan " bû ku çêbibe. Li gorî zanyaran, germbûna gerdûnî dibe sedem ku pêlên germê zêdetir û girantir bibin.
Ev dane ji statîstîkên mirinê yên di navbera 22 û 28’ê Hezîranê de li 27 welatên Ewropayê hatine berhevkirin. Di vê heyamê de li Fransa, Spanya, Brîtanya û gelek welatên din ên Ewropayê pileyên germê gihîştin astên herî bilind.
FRANSA Û BELÇÎKA LI PÊŞ IN
EuroMOMO, hejmara mirinên her welatî bi berfirehî parve nekir, lê da zanîn ku du welatên ku di hefteya dawî ya Hezîranê de rêjeya mirina wan "pir bilind" bûye, Fransa û Belçîka ne.
Hate diyarkirin ku rêjeya mirinê ya li Belçîkayê, ji sala 2000’î û vir ve di nav hemû pêlên germê de gihîştiye asta herî bilind.
LI BELÇÎKAYÊ DI MEHEKE DE HEZAR Û 750 MIRIN
Daneyên saziyên tenduristiyê yên welatên cuda nîşan didin ku dibe rêjeya mirinê hîn zêdetir be.
Li gorî daneyên ku roja Çarşema borî ji aliyê Enstîtuya Tenduristiya Giştî ya Belçîkayê ve hatin weşandin, di meha Hezîranê de nêzî hezar û 750 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest daye.
LI BRÎTANYA Û WALESÊ 2 HEZAR 700 MIRIN
Zanyarên Brîtanî diyar kirin ku her du pêlên germê yên di mehên Gulan û Hezîranê de li Brîtanya û Walesê, bûn sedema mirina 2 hezar û 700 kesan.
LI ELMANYAYÊ JI 5 HEZARÎ ZÊDETIR E
Li gorî rapora Enstîtuya Robert Koch a Elmanyayê ku di 9’ê Tîrmehê de hat weşandin, tê texmînkirin ku hejmara mirinên ji ber germa zêde ji 5 hezarî zêdetir e. Ji 5 hezar 100 kesên ku mirine, 4 hezar 270 kesên wan li ser 75 saliyê re bûn.
LI FRANSAYÊ RÊJEYA MIRINÊ ZÊDE BÛ
Li gorî daneyên Saziya Tenduristiya Giştî ya Fransayê (Santé publique France) ku roja Înê hatin eşkere kirin, ji ber germa neasayî, di 22’yê Hezîranê de li Fransayê herî kêm 2 hezar 25 mirinên zêde hatine tomar kirin û tê payîn ku ev hejmar hîn zêdetir bibe. Ev rêje nîşan dide ku li gorî hefteya berê ji sedî 29 zêdebûnek çêbûye.