Li Freiburgê şahiya gel
Li bajarê Freiburgê şahiyeke gel hate lidarxistin. Şaredarê Kenzingenê Dirk Schwier jî beşdarî şahiyê bû.
Li bajarê Freiburgê şahiyeke gel hate lidarxistin. Şaredarê Kenzingenê Dirk Schwier jî beşdarî şahiyê bû.
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesî şahiya gel hate lidarxistin. Di serî de Freiburg ji bajarên Lahr, Offenburg, Lorrach, Kehl û derdora wê bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.
Meclîsa Jinê ya Freiburgê û Meclîsa Gel a Herêmê pêşengî ji çalakiyê re kirin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di şahiyê de destpêkê bi navê meclîsên Freiburg û Lahrê axaftin hate kirin. Şaredarê Kenzingenê Dirk Schwier jî li şahiyê amade bû û qala tevkariya civaka Kurd a li jiyana civakî, aborî û çandî ya li herêmê kir.
Schwier diyar kir ku şahiyên gel di nava civakan de dostaniyê, fêhmkirina ji hev û piştevaniyê xurt dike.
Koma Hezex, Bîrhat Kurdî, Hozan Riza, Kazim Dersim, Şervan û Şivan Rojava li şahiyê hunera xwe pêşkêş kirin.
Di şahiyê de ku heta danê êvarê dewam kir koroya zarokan, govend û pêşbirk jî hebûn. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.