Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin
Di encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî de hate ragihandin ku "Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd" hatiye avakirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt a demokratîkbûnê heye."
Di encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî de hate ragihandin ku "Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd" hatiye avakirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt a demokratîkbûnê heye."
Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin ku di 4-5'ê Tîrmehê de li Amedê hate lidarxistin.
Encamname bi vî rengî ye:
"Komxebata Sînemaya Kurdî bi mebesta dahûrîna rewşa sînemaya Kurdî di 4 û 5’ê Tirmeha 2026’an de hat lidarxistin. Şert û mercên sînemaya Kurdî ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Pirsgrêkên heyî bi berfirehî hatin niqaşkirin. Komxebat du rojan, bi niqaşên pirsgrêkên hevpar û bi pêşnîyarên çareseriya pirsgirêkan berdewam kir.
Bi rêya nîqaşên ku di komxebatê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku sînemaya Kurdî bi tenê wek bi çêkirina filman sinordar nîn e. Sînemaya Kurdî, qadeka pir alî ye ku divê li gel ziman, bîr, estetîk, sazîbûn, perwerdehî, piştgirî dîtin, hilberîn, belavkarî, wekheviya zayenda civakî û rêgezên etîk bê nirxandin. Bi niqaşên beşdaran derket holê ku sînemaya Kurd xwedî potansîyeleke xurt a afirînerîyê ye. Lêbelê, nebûna rêxistina hevpar, qûtbûna têkiliya nav sînemageran, têrnebûna mekanîzmayên hilberîna domdar, derfetên perwerdehiyê yên sînordar, pirsgirêkên fînansmanê, torên belavkirinê yên lawaz û nebûna arşîveke hevpar û binesaziya ragihandinê wekî sedemên sereke yên ku pêşketina vê potansiyelê asteng dikin hatin destnîşankirin. Xebatên pir girîng ên wek çêkirina fîlman, festîval, akademî, hilberînên kolektîf û takekesî pêk hatine. Lê tu carî bi awayekî domdar, mekanîzmayên bi rêk û pêk ên hilberînê, piştevaniyê bi pêş neketîne. Ji ber vê yekê, niqaşên komxebatê wek pirsgrêka sereke nebûna hevgirtin û sazîbûnê hate diyar kirin û wek pêdiviya herî lezgîn bi hev girtin, xwe bi rêxistinakirina sînemagerên kurd hate destnîşankirin. Bi şêweyeka kolektîf, demokratîk xwe bi rêxistinkirin wek xaleka sereke a komxebatê hate diyarkirin.
Mijarên sereke yên ku di komxebatê de hatin destnîşankirin ev in:
* Pênase, ziman, çarçove û rewşa estetîk a sînemaya Kurdî
* Pêdiviya bi sazîbûn û pêkhateya kolektîf
* Pêvajoyên hilberîn, fînansekirin û fîlmçêkirinê
* Derfetên perwerdehî û pêşketina pîşeyî
* Belavkirin, nîşandan û tevlîbûna temaşevanan
* Komîsyonên arşîvkirin û avakirina bîra sînemaya Kurdî
* Teknolojiyên dîjîtal û amûrên nû yên hilberînê
* Wekheviya zayendî û rêgezên etîkî
Piştî nîqaşan, lihevkirinek çêbû ku pêşeroja sînemaya Kurdî bi hewldanên takekesî heta derekê diçe, lê ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekhevîya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayinê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e. Li gorî vê yekê, biryara ku komîsyonên ji bo bi rêvebirina karên wek perwerdehî, dîtina fonan, belavkirin, arşîvkirin, mafê telîfê, polîtîkayên etîkî û teknolojiyên nû de werin avakirin hat dayîn.
Wekî encama herî girîng a komxebatê, Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hate damezrandin da ku li vê qadê koordînasyonê saz bike, xebatên xwe bi rêxistina komîsyonan bimeşîne.
Lijneya bi rêvebirina Înîsiyatîfê bi dengdana hevpar a beşdaran hate diyarkirin. Ev lijneya hate diyarkirin wê dest bi xebatên şêweya sazûmanîya sînemaya kurdî bike.
Armancên sereke yên Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd ev in: xurtkirina bîra kolektîf a sînemaya Kurdî; piştgirîkirina pêvajoyên hilberînê; pêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî; bi rêkxistina karên perwedehîyê; pêşxistina projeyan; di hilberînê bi cîhkirina hişmendiya wekheviya zayendî, xwezaparêz û bi hev re avakirina pêşeroja sazûmanî ya sînemaya Kurdî.
Ev encamname, bi nirxandin û biryardayîna hevpar a beşdarên komxebatê derketîye holê û bi raya giştî re tê parvekirin.”