Girtiyên bi navê Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê de li dijî tecrîd û girtîgehên ku weke ‘bîrê’ tên pênasekirin tîpên YGC, Y û S’yê di nava berxwedanê de bûn. Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglu 266 roj û Huseyîn Ozen ê 57 salî jî 247 roj çalakiya birçîbûnê lidar xistibûn. Piştî 21’ê Nîsanê daxwazên wan hatibû qebûlkirin dest ji çalakiyê berdan.
Gurkan Turkoglû ev 3 meh bûn li Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê di çavdêriya awarteyê de dihat dermankirin. Gurkan Turkoglû li nexweşxaneyê piştî tedawiya 3 mehan di 5’ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest da.
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê ji bo Gurkan Turkoglû li avahiya xwe ya Beyoglûyê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Meral Şahîn ve hate xwendin.
Meral Şahîn, diyar kir ku divê girtîgehên wekî bîrê werin girtin û wiha axivî: “Girtîgeh her dem bi pêkanînên êşkence û binpêkirina mafê mirovan tên rojevê. Binpêkirina mafên mirovan, xwekuştin, nexweşî û kuştina girtiyan di raporan de cih digire. Girtî di girtîgehên de û di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, ji girtiyên din dûr tên ragirtin. Ev bûyer tev di Girtîgehên wekî ‘bîrê’ de herî zêde pêk tên.
Di girtîgehên bîrê de wekî ku li esman tê nihêrîn, xuya dike. Girtîgehên tîpên S, Y û ewlehiya bilind ji aliyê mîmarî jî weke êşkencexaneyê ne. Ji bo tecrîdkirina girtiyan hatine avakirin. Îro gelek siyasetmendar û kesên muxalîf di Girtîgehên wekî Bîrê de tên ragirtin. Îro gelek kes li dijî Girtîgehên wekî Bîrê di nava çalakiya birçîbûnê de ne.
Gurkan Turkoglû jî ev 3 meh bû di Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê dihat dermankirin. Gurkan Turkoglû 266 roj li dijî Girtîgehên Bîrê çalakî lidar xistibû û 5’ê Tirmehê jiyana ji dest da. Gurkan Turkoglû berî jiyana xwe ji dest bide bi zorê hatibû dermankirin. Em dixwazin ev girtîgehên ku ji bo tecrîdkirina girtiyan ku weke êşkencexaneyê hatine avakirin werin girtin û bang dikin îro daxwazên kesên ku di çalakiya birçîbûnê de ne werin qebûlkirin.”