Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.

Endamê Fermandariya Navedan Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di weşana taybet a Stêrk TV de bersiv da pirsên Delîl Ronahî.

* Em di meha Tîrmehê de ne. Di salvegera şehadeta pêşengê mezin hevalê Fûat de ne. Di heman demê de salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê nêzîk dibe. Beriya her tiştî bi vê wesîleyê hûn dixwazin çi bibêjin?

Meha Tîrmehê di nava têkoşîna me de meheke girîng e. Hevalê Fûat (Alî Haydar Kaytan) jî di 3'ê Tîrmehê de şehîd bû. Vê şehadetê girîngiya meha Tîrmehê zêdetir kir. Di salvegera 8'emîn a şehadeta wî de hevrê Fûat bi minet, hurmet bi bîr tînim û soza ku me dane şehîdên xwe dubare dikim. Em ê heta dawiyê girêdayî soza dilsoziyê ya bi hevalê Fûat û hemû şehîdan re bin.

Hevalê Fûat di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî girîng e. Hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo ye. Ji roja ku Rêber Apo nas kir heta bi roja şehadeta wî bêteredût bi lehengî meşiya. Keda wî ya di nava kar de her tim li pêş bû. Di karên îdeolojîk-teorîk ên Rêber Apo de piştevanekî wî yê xurt bû. Piştgirî dida karên Rêbertî. Ya rast ji bo tevahiya tevgera me palpişt û piştevanekî mezin bû. Kengî hevalekê/î bala xwe diçû ser mijarekê, yan jî pêwîstî bi şêwirînê didît, hevalê Fûat dibû ew navnîşan ku serî lê bê dayin. Yanî ji bo me weke mamosteyekî, weke arşîva tevgera me bû. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî û ji her alî ve cihê xwe di nava tevgerê de girtibû. Xwedî hişmendiyeke kûr bû. Aliyê xwe yê hunerî hebû; nivîsên wêjeyî û helbest dinivîsand, lê belê bi esasî di teoriya şoreşê de xwe gelekî kûr kiribû û serwer bû. Lewma hêzeke hest û fikir bû. Ji bo tevgera me çavkaniyeke moralê bû. Qala kesayetiya derwêşane tê kirin; hevalê Fûat bi rastî jî kesayetekî derwêşane bû. Gelek aliyên xwe hebûn ku dibû mînak. Ti carî ji bo xwe tiştek nedixwest. Ne li pey meqamê bû, ne jî li pey kariyerê bû. Bi dilnizmî karên gelekî girîng dimeşand. Li gel şexsê xwe, bi malbata xwe, bi her tiştên xwe tevlî nava refên şoreşê ûbû. Di xeta Rêber Apo de gelekî kûr bûbû. Bi hemû hestên xwe tevlî bûbû. Her tim bi coş û moral bû, her tim bi sekneke bi pîvan bû, her tim bi ruhekî ciwan bû, her tim xwedî eşqa kar bû. Ji bo wî eşqa herî mezin perwerdekirin û gihandina şervanan, fedaiyan û kadroyan bû. Dibe ku tiştekî ji vê bêhtir girîng ji bo hevalê Fûat tine bû. Ders dida, bi hevalan re eleqedar dibû û şervan-milîtanên fedaî digihand. Ev yek ji bo wî armanceke gelekî mezin bû.

Em serbilind û bi rûmet in ku bi hevalekî weke hevrê Fûat re hevrêtî kir. Bêguman hevalê Fûat tenê bi çend hevokan nikare bê vegotin. Gelek meziyet û hunerên xwe yên bi wate û berfireh hebûn. Mînak; di nava jiyanê de hevrêyekî piralî bû; gelekî dilnizm bû. Dema ku mirov pê re bû, Apoyî jê hîn dibû. Dema ku te li wî dinihêrî; Dersim, Tertele û berxwedan didît. Li ser hevrê Hakî Karer helbesteke bi navê 'Ben İnsandım (Ez mirov bûm)' nivîsî bû. Weke gotina dawî ya helbestê ji bo hevalê Hakî got, 'Ez Kurdistan im'. Lê belê hevalê Fûat bi xwe jî bi rastî Kurdistan bû, Dersim bû. Bi kurtasî hevalê Fûat şervanekî heqîqetê bû ku ji bo xwegihandina li heqîqetê her tiştên xwe feda kir. Milîtanekî bi vî rengî hêja, rêberekî gelê Kurdistanê bû. Gelek taybetmendiyên xwe hebûn ku ji me re dibû mînak. Em nebûna wî gelekî hîs dikin, gelekî li wî digerin. Di meşandina kar de, di çareserkirina pirsgirêkan de hevalê Fûat xwedî temsîliyetekê bû. Wê temsîliyetê di heman demê de rê nîşanî me dida. Ji ber vê yekê hevalê Fûat bi vê sekn û têkoşîna xwe wê her tim weke kesayetekî rêber bimîne û ti carî nemire. Em ê li ser qehremanên mezin ên bi vî rengî têkoşînê mezintir bikin û wan nemir bikin. Bi vî rengî wê nemiriya şehîdên me weke heqîqetekê bimîne.

Bêguman meha Tîrmehê di heman demê de meha ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Ya rast di nava têkoşîna me de salên herî zor û zehmet dema cûntaya 12'ê Îlonê bû. Di salên 1981-82'an de li tevahiya Kurdistanê zilm bilind bûbû. Ji bo li zindanan li dijî wê zilmê serî bê hildan û berxwedan bê geşkirin bi rastî jî pêwîstî bi îrade, wêrekî û fedakariyeke mezin hebû. Destpêkê hevalê Mazlûm Dogan, piştre Ferhat Kûrtay û sê hevalên pê re, piştre jî berxwedana 14'ê Tîrmehê ya bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, nîşan da ku di nava şert û mercên herî neyînî de çawa serketin dikare bê bidestxistin. Yanî di keleha zilmê de tu çawa dikare li hemberî zaliman bi ser bikeve; çawa dikare encamê bi dest bixe; ev yek nîşan da. Bêguman ji bo vê pêwîstî bi îradeyeke mezin û ruhekî bilind hebû. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, mezinahiyek e. Van hevalan bi çalakiya ku di 14'ê Tîrmehê de kirin ev yek nîşan dan û li ser vê bingehê berxwedana li zindanan bi ser ket. Ev sekn niha jî ji bo me esas e. Em li ser vê bingehê meşa xwe ya şoreşê pêk tînin. Ya ku di nava tevgera me de rêbaza fedaîtî û fedakariyê afirand û li ser vê bingehê tevgera me gihand van rojan, ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Destpêkê van hevalan ev ruh danîn holê. Xwe feda kirin lê belê ruhek afirandin; bi vî şêweyî tevgera me gihîşt vê astê. Ew ti carî nemirin; her tim rêberên me yên sax in. Em ê her tim bi ruhê 14'ê Tîrmehê têkoşînê bilind bikin. Bi vê wesîleyê soza ku me dane wan em dubare dikin.

* We qala girîngiya meha Tîrmehê kirin. Di heman demê de meha Tîrmehê çalakiya şewitandina çekan a bi wate pêk hat. Vê qonaxê bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir. Piştre we kongreya xwe lidar xistin û biryarên girîng û dîrokî wergirtin. Lê belê li gel ku sal û nîvek di ser vê pêvajoyê re derbas bûye hîn pêşketinek li ber çavan nîne. Hûn vê çawa dinirxînin?

Pêvajoya ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de da destpêkirin pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî ye. Bi qasî girîngiya wê ya ji bo me, her wiha ji bo Komara Tirkiyeyê û dewleta wê jî girîng e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî esasî û bi kok a Tirkiyeyê ye. Ew pêngav pêngaveke gelekî girîng bû. Em weke tevger di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve divê têkoşîna demokratîk-civakî bê meşandin. Me li ser bingeha baweriyekê ew gav avêt. Me ji Stratejiya Têkoşîna Civaka Demokratîk bawer kir û li ser vê bingehê gav avêt. Em di vê mijarê de bi biryar in. Ji xwe bi gavên ku me avêt, me ev rastî nîşan da. Di nava pêvajoya sal û nîvekê ya derbasbûyî de sekna ku tevgera me nîşan da, biryarên wergirt û gavên avêt raxist pêş çavan bê tevgera me û rêveberiya me di vê mijarê de çiqasî bi biryar e. Me her tişt li gorî qanûnên xwe kir. Me biryarên welê dan ku veger ji wan nabe. Lê belê dewleta Tirk heta niha ji aliyê qanûnî ve ti gav neavêtiye. Bêguman ev nayê wê wateyê ku ti tişt nekirine. Çûn û hatina Îmraliyê dibe, li meclîsê komîsyon ava kirin, her wiha piştî demekê agirbest bû dualî, şer sekinî. Bêguman bi vî rengî hin nêzîkatî hatin nîşandan, lê belê ji bo pêşvebirina pêvajoyê, ji bo pêvajo li demê belav nebe, tiştên pêwîst hîn jî pêk neanîne. Diyar e dewleta Tirk di vê mijarê de hîn biryareke zelal nedaye. Gelek mijaran dixin rojeva xwe û bi qasî ku tê dîtin di navbera 'erê û na' de dihêlin.

Mijareke din jî ew e ku pirsgirêk baweriyê gelekî zêde ye. Mînak; heta niha ji aliyê dewletê ve gavek nehatiye avêtin ku baweriyê bide. Rewşeke hembêzkirina hev nebûye. Me PKK fesix kir, stratejiya têkoşîna çekdarî sekinand. Yanî me êdî dijminatî bi dawî kir. Me got, 'Em rûpelekî nû vedikin; em êdî dostaniyê dixwazin, ne dijminatiyê'. Rast e; kesayetên weke Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, her wiha Devlet Bahçelî qala xwişk û biratiya Kurd-Tirk-Ereban dikin. Gotinên bi vê naverokê li ser zimanê rayedarên dewletê ye, tînin ziman. Lê di pratîkê de rewşeke hembêzkirina hev nîne. Yanî gavên qanûnî yên li gorî wê nehatine avêtin. Bêguman derengketineke di vê astê de mijareke nîqaşê ye. Bêguman sedemên vê hene. Hîn ji destpêkê ve, di nêzîkatiyê de pirsgirêk heye. Mînak, dibêjin 'Tirkiyeya bê teror'. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî û civakî ye. Û pirsgirêkeke bingehîn a Tirkiyeyê ye. Eger tu rabe vê meseleyê bixe nava pirsgirêka 'terorê' tu yê çawa karibe nêzîkatiyeke çareseriyê nîşan bide! Pirsgirêka esasî di vir de ye, yanî di mejî de ye. Xuya ye di zîhniyeta dewletê de pirsgirêk heye; di vê mijarê de zelal nîne. Mînak me bi vî rengî biryar dan; 'Em dixwazin vê pirsgirêkê ji niha û pê ve bi rê û rêbaza diyalogê çareser bikin'. Me paradîgmaya xwe ya têkildarî çareseriya pirsgirêkê guhert. Lê belê divê dewlet jî paradîgmaya xwe biguherîne. Eger dewlet hîn jî bi aqlê xwe yê berê yê îmha û tinekirinê tevbigere, wê ferasetên bi vî rengî jî timî bide pêş. Mînak; Kurdan hîn jî weke xeteriyê dibînin. Halbûkî em êdî dixwazin bibin dost. Xwişk û biratî çawa dibe? Destpêkê divê bibe dost ku piştre bibe xwişk û bira. Lê belê tu hem dibêje xwişk û bira, hem jî weke metirsiyê dibîne! Hem dibêje xwişk û bira hem jî tu mafên wan nade, mafên wan nas nake! Weke xwişk û birayekî teslîmbûyî nêzîk dibe. Ev ê çawa bibe? Pirsgirêk bi esasî di vir de ye.

Em dixwazin bi dewletê re li hev bikin, komarê bikin komareke demokratîk û tevlî komara demokratîk bibin. Em naxwazin li ber vê komarê rabin. Nêzîkatiya Rêberê me û nêzîkatiya me bi vî rengî nêzîkatiyeke bingehînî ye. Lê belê em heman nêzîkatiyê li aliyê din nabînin. Yanî bi fikaran nêzîk dibin. Halbûkî me biryar dan; em dilsozê biryarên Kongreyê ne. Ev biryar biryarên ji rêzê nînin. Lê belê em dibînin li aliyê din nêzîkatiyeke bi fikar û gumanan dagirtî heye. Ji ber vê nêzîkatiyê, her wiha ji ber ku ji aliyê komarê ve xetere têne dîtin, bi rengekî xwezayî bawerî bi me re jî peyda nabe. Yanî pirsgirêkek e, lê belê baweriyek ji bo çareseriya vê pirsgirêkê nîne. Bi dîtina min ev rewş ji ber nêzîkatiya dewletê ye.

Ev çend roj in daxuyanî têne dayin û tê gotin, 'Biryar hate dayin ku di nava vê mehê de qanûna çarçoveyê bikeve rojeva meclîsê'. Ev tiştekî gelekî girîng e. Eger naveroka vê qanûna çarçoveyê yekalî nebe û tevgir be, ev wê ji bo Tirkiyeyê bibe firsendeke dîrokî. Tê goti ku pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê hîn ji destpêka Komarê ve heye. Ya rast di 100 salên dawî yên Osmanî de jî pirsgirêk hebû. Belê, beriya wê jiyaneke aştiyane hebû, lê belê ji serhildana Abdullah Babanzade ya Silêmaniye-Koysancak a 1806'an û vir ve 220 sal in di navbera gelê Kurd û Dewleta Osmanî, gelê Kurd û Komara Tirkiyeyê de pirsgirêkek heye. Di vir de her wiha bibêjim; di dema Osmanî de rewşeke hîn nerm hebû. Carna li hev dikirin, carna şer dikirin, carna jî aştî pêk dianîn. Osmanî di vê mijarê de hîn bêhtir çareserî diafirand. Nêzîkatiyeke nerm li hemberî wan dihate nîşandan, yên ku serî hildidan bi giranî dihatin efûkirin, cih ji wan re dihate dayin. Mînak nêzîkatiya li Bedirxan Beg û Şêx Ûbeydûllah Beg bi vî rengî bû. Lê belê Komar bi tundiyê nêzî pirsgirêkê bû; bi darvekirinê nêzîk bû. Di dema komarê de pirsgirêk bêhtir hişk bû û 102 salên Komarê ev pirsgirêk dewam dike.

Komara Tirkiyeyê dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Bi çi? Mesela, dema ku Komar nû ava bû muxafazakar li derve hatin hiştin û Kurd jî kirin hedef. Piştre muxafazakar têkoşiyan û tevlî komarê bûn. Niha ya ku kêm maye çi ye? Kurd e. Kurd yek ji gelên herî qedîm ên Mezopotamyayê ye û beşeke girîng a Kurdistanê li Tirkiyeyê ye. Li nava sînorên Tirkiyeyê û li derveyî wê ne. Niha dixwazin di çarçoveya Komara Demokratîk de bibin welatiyên azad û wekhev. Divê Komar jî wan di nava xwe de vehewîne. Ji ber vê nêzîkatiyeke esasî divê. Eger parlamenta Tirkiyeyê yan jî yên ku vê qanûna çarçoveyê amade dikin li ser vê bingehê nêzîk bibin, ev yek wê li Tirkiyeyê serdemeke nupînû bide destpêkirin. Ji bo Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe navenda demokrasiyê û weke stêrkekê bibiriqe, wê bibe pêngaveke girîng. Em li bendê ne bê ev qanûn wê çawa be. Gelo wê her tiştî di nava xwe ve vehewîne yan na?

* Di nirxandinên we de jî hebû. Di rojeva Tirkiyeyê de qala qanûna çarçoveyê tê kirin. Tê gotin ku ev çarçove pêşkêşî Rêber Apo hatiye kirin û Rêber Apo jî qebûl kiriye. Lê belê li ser Rêber Apo tecrîdek heye. Hûn vê paradoksê çawa dinirxînin?

42 roj in ji bilî heyeta dewletê kesî Rêber Apo nedîtiye. Eşkere ye ku li ser Rêber Apo tecrîdek heye. Ev tecrîd normal nîne, tecrîdeke siyasî ye. Armanceke vê heye. Em zanin ku heyeta dewletê çûye Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, ku carna hin hevalên din jî tevlî van hevdîtinan bûne. Xuya ye heta niha negihîştine encamekê, lewma tecrîd dewam dike. Ev bi vî rengî ye.

Beriya niha jî ji 27'ê Adarê heta 15'ê Gulanê demeke tecrîdê hebû. Niha 42 roj in ji derve ti heyet neçûye gel Rêber Apo. Halbûkî herî zêde di vê demê de diviyabû çûn û hatin çêbibûya. Rêber Apo jî, em jî û gelek kesên li nava raya giştî jî dixwazin ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û çûn û hatin zêde bibe. Beriya niha tecrîdek ji 49 rojan hebû. Niha jî bi heman rengî ye, bû 42 roj. Lê em zanin ku heyeta dewletê diçe Îmraliyê û tê. Li wê derê bi Rêber Apo re hevdîtinan dike. Dibe ku hevalên li gel Rêber Apo ne, ew jî tevlî dibin. Nîqaşek heye. Lê belê ji ber ku ev nîqaş negihîştiye encamê, tecrîd dewam dike. Hinek kesên nêzî desthilatdariyê di çapemeniyê de îdîa kirin ku Rêber Apo qanûna çarçoveyê erê kiriye. Tiştên bi vî rengî dibêjin, lê ev rast nîne, derew e. Ev şerekî psîkolojîk e, dixwazin bendewarî û hêvîmayinê biafirînin. Eger lihevkirin hebûya wê rê vekiribûna û heman rojê Heyeta DEM Partiyê jî biçûya Îmraliyê. Çima niha destûrê nade ku kes biçe? Ji ber ku di nîqaşan de encameke şênber nîne. Ji ber vê yekê, di rewşeke neçareseriyê de naxwazin fikir û nêrînên Rêber Apo bigihêje me û raya giştî. Qaşo li gorî xwe tedbîreke bi vî rengî werdigirin. Zanin ku dema hevdîtin bû, Rêber Apo wê rewşa heyî binirxîne, şîrove bike û rexne bike. Di rewşeke bi vî rengî de tê fêhmkirin ku encameke bidestketî nîne, lewma bi vî rengî deweam dike. Em bi vî rengî fêhm dikin.

Tişta din a tê dîtin çi ye? Li wê derê (Li Îmraliyê) dewlet nêzîkatiya xwe li Rêber Apo ferz dike. Bi nîqaşan, bi hewldanên yekalî dixwaze nêzîkatiya xwe ferz bike û bide qebûlkirin. Xuya ye rewşeke bi vî rengî heye. Divê aliyê dewletê welê neke! Rast nîne ku bi vî rengî li ser Rêber Apo bê ferzkirin û israr li ser hin tiştan bê kirin. Tecrîd jî rast nîne. Ev mijara rexneyê ye, cihê fikar û gumanan e. Ya ku tê dîtin bi vî rengî ye.

Rêber Apo muzakerevanê sereke ye. Di her mijarê de dikare biryarê werbigire. Me, hevalên me, rêxistina me beriya niha ev yek ragihandibû. Lê belê biryara têkildarî Rêber Apo em didin. Yanî gerîla vê biryarê dide. Kongreyê ev înîsiyatîf daye gerîla. Di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de, yanî di Kongreya Fesixkirinê de kîjan biryar hate wergirtin? Biryar çi bûn? Bi taybetî di biryara çekdanînê de biryar hate dayin ku Rêber Apo divê vê biryarê bi rê ve bibe. Yanî tê wê wateyê ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêk were û van biryaran bixe pratîkê. Ev înîsiyatîfek e ku ji gerîla re hatiye dayin. Ji ber vê yekê helwesta tevgera me û gerîla ya têkildarî Rêber Apo zelal e.

Rêber Apo nebe rêveçûn nabe, pêşketin nabe. Divê israr li ser vê xusûsê neyê kirin. Israra li ser vê yekê wê were wateya israra li ser xitimandinê. Bi vî rengî bibe wê encam bi dest nekeve. Weke min got, divê qanûneke berfireh be û pirsgirêka dîrokî ya sed salî çareser bike. Bi vê zîhniyetê divê çareserî bê afirandin. Rêberê Gelê Kurd li zindanê be gelê Kurd azad nabe. Gelê me di mîtîngên dawî de ev rastî bi rengê dirûşmeyekê bilind kir. Nûnerên gel ev anîn ziman. Em jî ji xwe ji berê ve dibêjin. Nêrîna gelê me, gerîlayên me, tevgera me bi vî rengî ye. Xwişk û biratî li ser bingeha qebûlkirina hevdu dibe. Bi redkirinê nabe. Ya destpêkê; divê ve heqîqet bê dîtin. Ya din jî; tê gotin 'Kurd hene, Kurd-Tirk xwişk û bira ne'. Xuya ye Kurd heye ku ev tê gotin. Wê demê divê Kurd qanûnî bibin, bikevin çarçoveya qanûnê. Divê li derveyî qanûnê nemîne. Tenê bi vî rengî welatîbûna azad û demokratîk dibe. Ev nebe, bi qanûneke teng a tenê ji bo gerîla, bi taybetî jî bi rengê kategorîzekirinê, wê çareseriyê bi xwe re nîne, lê neçareseriyê kûrtir bike. Ev meseleyeke dîrokî ye û pêwîstî bi berpirsyariyeke dîrokî heye. Em ji aliyê xwe ve hewl didin bi rengekî berpirsyarane nêzîk bibin. Em dixwazin pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin. Em bi rastî jî dixwazin li Tirkiyeyê komara demokratîk ava bibe, Kurd jî bi dil û can tevlî bibin, êdî weke dijmin neyê dîtin. Ji bo vê jî me gelek biryarên bingehîn wergirt. Lê belê yên li hemberî me jî divê bi heman rengî nêzîk bibin. Aliyê dewletê jî divê bi vî rengî nêzîk bibe. Çareserî tenê bi vê şêweyê pêk tê.

* Hin rayedarên dewleta Tirk hîn jî zimanê gefxwarinê bi kar tînin. Dibêjin, 'Me tevger lawaz kir, êdî nikarin şer bikin' û hwd. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Demekê ji bo ranta siyasî yan jî di çarçoveya şerê psîkolojîk de ev tişt dihate kirin. Hingî mirov dikarîbû wate bida vê. Lê belê niha pirsgirêk hatiye ser maseyê; ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk rojevek heye. Rast nîne ku tiştên bi vî rengî bêne ser ziman û bikevin rojevê. Rewşeke nepixandî ye, derew e. Rastî ev e; di vî şerî de herdu aliyan encama ku dixwestin nekarîn bi dest bixin. Yanî di vir de yê bi ser ket, yê têk çû nîne. Eger dewleta Tirk li Zap û Metînayê çar salan li gel israra xwe nekarî encamê bi dest bixe û nexitimî bûya, nehatibûya vê nuqteyê, vê pêvajoyê jî destpê nedikir. Rewşeke weke tiştên ku ew dibêjin nîne. Ev yek xapandina xwe bi xwe ye, jinedîtîhatina rastiyê ye. Dem ne dema şerê psîkolojîk ê li dijî hev e. Divê mirov bi rengekî hîn rasteqîn û heqîqî nêzîk bibe. Gelê Kurd mafdar e, li ber xwe da. Ev ne rewşeke welê ye ku tenê di şexsê çend gerîlayan de derkete holê. Civakek li ber xwe dide. Hêza vê tevgerê ne tenê ji hêza çekarî tê! Ji aliyê civakî, rêxistinî, siyasî, dîplomatîk û ji her alî ve hêza xwe heye. Tevger mezin bû. Lewma gtina, 'Me filan tişt kir, lawaz kir' a aliyê hember, rast nîne. Her wiha rast nîne ku gerîla bi rengê 'sûcdar e, ne sûcdar e' kategorîze bikin. Hela em dosyayan vekin û bibînin; sûcên we ji yên me pir pir zêdetir e. Bila Komîsyona Edalet û Heqîqetê bê avakirin, ku em pêşniyar dikin ku bê avakirin, em ê hingî bibînin bê kê çiqasî sûc kiriye? Di bin navê kuştinên kiryar nediyar 17 hezar û 500 mirovên me hatin qetilkirin. Hîn beriya bi demeke nêz di sala 2015'an de li jêrzemînên Cizîrê 270 mirovên me hatin şewitandin. Eger sûc be, gelo kê sûc kiriye? Eger em ê dosyayên sûc vekin, ev ê bibe mijara çarçoveyeke din. Mesele ew nîne. Yên ku dixwazin pêvajoyê ber bi çareseriyê ve bibin, bi vî rengî neaxivin. Divê li ser wê yekê bisekine ku çareseriyê dikare çawa biafirîne. Naxwe ez jî dikarim niha gelek tiştan bibêjim.

Binihêrin; Rêber Apo dema ku 27'ê Sibatê banga dîrokî kir, me heman piştî rojekê civîn lidar xist û 1'ê Adara 2025'an agirbest ragihand. Ne welê? Baş e, dewletê ev agirbest di cih de qebûl kir? Na. Operasyonên xwe dewam kir. Çawa ku di 24 û 26'ê Hezîranê de li Zapê bi taktîka drone ya kerî li pey hev du pêngav hate kirin, wê demê dewlet bi rêya mekanîzmaya tê zanîn kete dewrê û ev pirs li me kir, 'Ji bo rawestînê hûn çi dixwazin?' Me jî wê demê ji wan re got, 'Hûn agirbestê esas nagirin, hûn hewl didin vê agirbestê weke firsendê bi kar bînin û hêzên me dorpêç bikin, em jî ji ber vê yekê bi vî rengî dikin'. Wê demê agirbes qebûl kirin. Kengî? 1'ê Tîrmeha 2025'an derbasî pozîsyona agirbestê bûn. Di heman demê de liv û tevgera balafirên keşfê dewam kir. Kengî 2 balafirên bê mirov ên bombebarkirî (SÎHA) yên bi tîpa Akinci ku bi bilindahiya 11.000 metreyî difiriya li ser ezmanê Qendîlê hatin xistin, ji hingî û pê ve liv û tevgera SÎHA'yan jî hate rawestandin. Rêxistineke lawazbûyî çawa dikare li SÎHA'yekê bixe ku bi 11.000 metreyî bilind difire? Bi qasî ku em zanin, li Rojhilata Navîn hêzên ku dikarin vê bikin Tirkiye, Îran û Îsraîl e. Wekî din kes nikare bike. Hêza çaremîn jî Tevgear me ye. Divê kesek vê heqîqetê berevajî neke. Xwedî asteke cidî ya teknîkê ye. Eger Rêber Apo bang nekiribûya, me dikarîbû şer berfirehtir, girantir bikira. Me dikarîbû li hedefên dûr jî bixista, ne tenê li hedefên nêz. Me dikarîbû xwe bigihanda çavkaniyên aboriyê, cihên petrolê, her devera bi 800 kîlometreyî dûr. Tevgera me xwedî van derfet û hunera teknolojîk bû. Lê belê li gel van hemûyan tevgera me ji stratejiya siyaseta demokratîk û civaka demokratîk a Rêber Apo bawer kir, lewma şer sekinand.

* We got, ev derfet di destê me de hebû. Gelo niha jî heman derfet heye?

Bêguman, niha jî ew derfetên me hene. Ez niha qalê bikim, wê rabin bibêjin 'gefê li me dixwe'. Lê belê ev derfetên me hene. Bila gelê me û civaka me bi vê zanibe, em xwedî van derfetan e. Lê belê me biryara siyaseta demokratîk dan, em siyaseta civaka demokratîk ji xwe re esas digirin. Em dixwazin vê stratejiyê bimeşînin. Lê belê eger li gel vê yekê jî bi armanca tinekirinê êrişên leşkerî li hemberî me bêne kirin, eger bixwazin ku bi rêbazên şer ên berê me tine bikin, ji berê bi 3-4 qatî zêdetir em dikarin bersivê bidin. Ne tenê li cihên nêzîk, derfetên me hene ku li cihên dûr jî em bersivê bidin. Ev potansiyel bi tevgera me re heye. Dibe ku gelê me û yên ku me ji dûr ve dişopînin bi vê nizanibin, lê belê bi dîtina min rayedarên dewletê bi vê zanin. Tevgera me xwedî vê potansiyelê ye. Kadroyên fedaî, jîr û jêhatî yên tevgera me hene, ev afirandin. Tecrûbeya xwe ya taktîkê xurt bûye, serweriya xwe ya teknîkê çêbûye. Hem li hemberî taktîka tunelê ya salên dawî hate meşandin, hem jî li hemberî droneyên FPV fiber optik ên nû têne bikaranîn, çare nîne. Bêguman asteke artêşa Tirk jî heye, naxwazim biçûk nîşan bidim, lê belê li hemberî van çare nîne. Ji xwe bêçare man. Ev rastiyek e.

Wekî din, ev teknîk salên dawî gihîşt ber destê me; ew jî heye. Bêguman teknîkên nû ye; em jî mijûl dibin, demeke dirêj e dişopînin, lê belê bi vî rengî hate afirandin. Ji ber vê jî eger bê gotin, 'Em li ya berê vegerin', ev Tevger dikare xwe biparêze.

Lê belê biryara me ya ji bo bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî teqez e. Em ê careke din li vê stratejiyê venegerin. Biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê teqez e. Ne veger ji biryara fesixkirinê dibe, ne jî veger ji bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî dibe. Stratejiya me çi ye? Stratejiya me siyaseta demokratîk e. Lê belê eger bi ser me ve bên em ê xwe biparêzin. Ev hêz û hunera me heye. Bila her kes bi vê zanibe. Em ji ji têkoşîna ji bo siyaseta demokratîk a li ser zemîna hiqûqê û welatê demokratîk re hene ku ji vê stratejiyê bawer dikin. Lê belê eger bixwazin bi alîkariya hin derdor û welatên biyanî bi ser me ve bên, bila her kes zanibe ku derfetên me hene ku xwe biparêzin. Her wiha derfetên me hene ku ji berê bêhtir bikin. Yanî em bê alternatîf nîne, alternatîfên me yên cuda hene. Lê belê alternatîfa me ya destpêkê, tercîha me ya esasî, biryara me ya esasî biryara Rêber Apo; siyaseta demokratîk e. Em dixwazin ku ya li hemberî me vê rast fêhm bike û binirxîne. Nexêr eger bibêjin, 'Me ew qedandiye', 'Ji xwe em ê biqedînin', 'Em ê derfetên wan ji wan bistînin' û bi vê nêzîkatiyê bên, wê nikaribin van bikin.

* Piştî lihevkirina navbera Emerîka û Îranê, dewleta Îranê berê xwe da Kurdan. Li Kurdistanê zext, operasyon û darvekirin heye. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî şerê navbera Emerîka û Îranê sekinî, ev tiştekî baş e. Em hêvî dikin ku ev lihevkirin ne ji bo demekê be, lê mayinde be. Ji ber ku ev şer şerê gelan nebû. Ti berjewendiya gelan tê de nebû. Pirsgirêk bi tundiyê, şer û mirinê çareser nabe. Divê her kes bi vê zanibe.

Lê belê piştî rawestandina şer eger hin hêzên Îranî berê xwe bidin Kurdan, bi ser gelê Kurd ve bên, ev wê bibe şaşitiyeke mezin. Gelê Kurd di şerê Emerîka-Îranê de xwe neda aliyekî. Mesela PJAK'ê got, 'Em xeta sêyemîn diparêzin'. Belê, hin gotegot bûn lê belê pratîk li holê ye; Kurd nebûn aliyekî vî şerî. Divê dewleta Îranê vê bibîne û bi ser gelê Kurd ve neyê.

Belê, em jî dibihîzin ku hin şer diqewime, şehadet çêbûn. Şehîdên ku di vê demê li Rojhilatê Kurdistanê hate dayin bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînim. Ew şehîdên azadiyê ne. Lê belê di vê demê de eger şerek di navbera Kurdan û dewleta Îranê de biqewime wê bi kêrî ti aliyî neyê. Komara Îslamê ya Îranê jî wê ti feydeyê ji vê nebîne, gelê me jî. Em di vê baweriyê de ne. Lewma divê rê û rêbazên çareseriya siyasî û diyalogê bêne peydakirin. Gelo Îran jî nikare pirsgirêkan bi rêyên siyasî çareser bike? Ya rast ev e. Lê belê eger bi ser gel ve bên, eger êriş bikin bêguman gelê me yê li wê derê wê xwe biparêze. Ji xwe nûnerên gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ev yek ragihandin û gotin, 'Em şer naxwazin, lê belê eger bi ser me ve bên em ê xwe biparêzin'. Girîng e ev yek bê fêhmkirin. Ji ber vê divê şer mezin nebe, rêbazên cuda yên têkoşînê hebin. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokeke hêja ye. Di dîroka wan de berxwedan heye, welatparêz in. Ez gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi hezkirin û hurmet silav dikim. Zor û zehmetiyên ku îro di nav de ne em bi wan zanin, wan fêhm dikin. Em hêvî dikin ku ev zehmetî derbas bibin. Divê her kes rê û rêbazên rast ji xwe re bikin esas, di dema rast de tiştên rast bikin. Carna tiştnê têne kirin rast in, lê belê dema xwe rast nîne. Ji ber vê jî divê dema xwe rast be. Girîng e tiştên bi vî rengî ji hev bêne cudakirin û li gorî vê yekê di nava her şert û mercî de xwedî li demokrasiyê û nirxên azadiyê bê derketin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî heta vê demê ev yek meşand û em hêvî dikin ku ji niha û pê ve jî di vê çarçoveyê de wê xwedî li vê rol û mîsyona xwe derkeve.

* Konferansa Zimanê Kurd hate lidarxistin. Hûn jî weke pêşengekî Kurd bi hesasiyeta xwe ya ji bo van mijaran tê naskirin. Gelek caran ji bo zimanê Kurd we bang kirin. Hûn têkildarî van bûyerên di mijara ziman de dixwazin çi bibêjin?

Destpêkê vê bibêjim; hemû hevalên me ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurd dixebitin û bi rengekî fedaî têdikoşin. Heval hemû bi rastî jî ji bo hebûna Kurdan, ji bo parastina ziman û çanda Kurd hewl didin. Ewqas berxwedan heye û ewqas şehîdên me çêbûn. Em jî dixwazin li ser xeta wan bimeşin. Bêguman em di vê çarçoveyê de xwedîderketina li çand û ziman girîng dibînin.

Li gorî derfetan min jî konferans şopand. Konferanseke bi wate bû. Konferansê pîroz dikim. Her şoreşger û welatparêzên ked dan vê konferansê û beşdar bûn bi hurmet silav dikim; karekî baş kirin.

Hin biryar wergirtin. Bêguman ev biryar girîng e lê belê ji bo bicihanîna wan hewldan divê. Wergirtina biryarê hêsan e. Ya girîng pratîkkirina wê ye. Ji ber vê jî divê hewl bê dayin.

Di konferansê de hin pêşniyar hatin kirin, biryar hate dayin ku sazî bêne avakirin; ev baş e. Ji bo bicihanînê divê bê şopandin. Berpirsyariya me û ya her kesî heye. Di biryarên li Konferansa Zimanê Kurd hate wergirtin de divê em xwe berpiryar bibînin. Ji bo bicihanîna wan divê her kes ji aliyê xwe ve hewl bide. Bi vî rengî bibe wê biryarên konferansê bikevin pratîkê, ji bo pêşvebirina çand û ziman wê xwedî roleke girîng be. Li ser vê bingehê serketinê ji hemû kedkarên ziman re dixwazim.

* Pirsên me ev bûn. Tiştekî ku herî dawî bixwazin bibêjin...

Herî dawî dixwazim hin tiştan ji gelê me re bibêjim:

Em ji pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin. Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin girîng û dîrokî ye. Em dilsozê vê pêngavê ne. Lê belê dewleta Tirk vê pêvajoyê ne bi stratejiyekê, lê bi gelek stratejiyan dimeşîne. Yek ji van stratejî û armancan ew e ku dixwaze bendewarî û hêviyê biafirîne û pêvajoyê li demê belav bike. Bêguman wê negihêjin van armancên xwe, lê belê weke şerê psîkolojîk bi taybetî di vê pêvajoyê de derbasî pratîkê kirine. Divê ev yek bê dîtin.

Ya ku weke gel û tevger me dike hêz çi ye? Baweriya me ya ji hev e, yekîtiya me ye. Di vê pêvajoyê de dixwazin vê baweriyê lawaz bikin. Di navbera Rêber Apo û gel de, di navbera gel û Tevgerê de û di navbera Rêber Apo û Tevgerê de dixwazin baweriyê lawaz bikin. Her wiha hewl dide ku di navbera xebatkaran de pirgirêkan peyda bikin, nakokiyan biafirînin. Eger tu dixwaze gelekî yan jî rêxistinekê lawaz bike, divê tu pirsgirêkê bixe nava wan. Ya ku em niha dibînin ew e ku hewldaneke bi vî rengî li dijî me heye. Hewl didin pirsgirêk û nakokiyan bixin nava me. Dixwzin çavkaniya hêza me, baweriya me, xeta me, baweriya me ya bi Rêber Apo bişikînin, lawaz bikin an jî sist bikin. Ji aliyekî ve dixwazin vê bikin, li aliyê din jî hewl didin sistbûnê û xemsariyê biafirînin. Yanî hewl didin rewşeke welê biafirînin ku weke pêvajo ji xwe dimeşe û li ber serketinê ye, nîşan bidin. Divê mirov li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî baldar bin.

Divê welatparêz, gelê me yê hêja û siyasetmedar hemû haya xwe ji vê yekê hebe. Şerê taybet dixwaze baweriyê bişikîne. Ji bo bêbawerî bike hêviyê dide lê belê pêk nîne. Dixwaze civaka me bi vî rengî lawaz bike. Dixwaze ew heybeta civaka me nemîne, sist bike. Dixwaze çalakî û dînamîzma wê vemirîne. Li hemberî polîtîkayên bi vî rengî divê mirov baldar bin.

Divê em zanin ku ji ber vê yekê pêvajoyê li demê belav dike. Siyaseteke bi vî rengî tê meşandin. Girîng e her kes bi vê zanibe.

Xuya ye dibêjin, 'Tiştên em li ser we ferz dikin hûn neçar in ku qebûl bikin'. Em mecbûr nînin. Divê kesek nefikire ku 'Ji bilî vê rêyeke din nîne'. Rêyên me yên din hene. Weke ku min beriya niha got, eger bi ser me ve bên em ê karibin xwe biparêzin. Bila gumana gelê me ji vî alî ve tine be. Bila ji gerîla bawer bikin. Eger pêwîst bike wê xwe biparêze û bi rola xwe rabe. Em lawaz nînin. Lê belê dixwazin me lawaz nîşan bidin. Kurd îro li Rojhilata Navîn hêzek e. Kes nikare ji nedîtî ve bê. Di nava hevsengiya herêmê de hêzek e.

Ji ber vê divê em li dora siyaseta Rêber Apo hîn bêhtir bibin yek. Çi dibe bila bibe divê em pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin. Di vê pêvajoya dîrokî de ya ku herî zêde me xurt bike, xurtbûna baweriya me ya ji hev re ye, xurtbûna yekîtiya me ye, rastiya rêbaza me ye. Divê em li ser xeta siyaseta sosyalîzma demokratîk bi fedakarî û ruhekî têkoşer têbikoşin. Divê em xwe li her derê bi rêxistin bikin. Bi pêşengiya jin û ciwanan divê em li her cihî komînan ava bikin. Divê komînên demokratîk bêne avakirin, em rêxistiniya xwe bi pêş ve bibin. Bi vî rengî em dikarin bibin hêz û îrade. Girîng e bala her kesî li ser vê be û di pêvajoyeke ewçend girîng û dîrokî de em hemû bi berpirsyarî nêzî bibkin û wezîfeyên xwe teqez bi cih bînin. Ji bo hewldanên Rêber Apo bi ser bikevin û em bi ser bikevin, girîng e her kes di nava têkoşînê de be û kedê bide. Em di wê baweriyê de ne ku eger bi vî rengî bibe, em ê bi ser bikevin. Li ser vê bingehê serketinê ji her kesî re dixwazim, bi hurmet her kesî silav dikim.