NATO wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê civîna bilind li dar bixe. Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya civînê li ber baregeha NATO’yê li Brukselê çalakiya "Banga ji bo NATO’yê" li dar xist.
Di çalakiyê de pankartên bi Îngilîzî û Fransî hatin g-hilgirtin û peyamên “Tenê mirovên azad dikarin muzakereyê bikin - ji Ocalan re azadî!” û "NATO, li Enqereyê mafên gelê Kurd nîqaş bike!" hatin dayin.
KNK’ê di nameya ku di 23’yê Hezîranê de ji welatên endam ên NATO’yê re şandibû de daxwazên xwe yên ji bo bên rojeva civîna li Enqereyê rêz kiribû. Di nameyê de ev sernav hebûn:
- Çavdêrîkirin û domandina pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta Tirkiyeyê û Tevgera Kurd de;
- Dawîanîna îzolasyona li ser Abdullah Ocalan û danîna şertên yasayî ku rê bidin wî bi awayekî azad û bi bandor di diyaloga bi rayedarên Tirkiyeyê re beşdar bibe;
- Çarçoveyeke demokratîk û yasayî ji bo naskirina mafên bingehîn ên kolektîf ên gelê Kurd li Tirkiyeyê;
- Nêzîkatiyeke siyasî ku aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê weke tevkariyek ji bo aştî û aramiya herêmî ya berfirehtir fêm dike.
Her wiha di nameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Aştiyeke adil û mayînde ya ku di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de pêk were wê Tirkiyeyê jî xurt bike, ev yek wê rageşiya li Rojhilata Navîn kêm bike, wê tevkariyê li kêmkirina rîska radîkalbûnê û koçberiyê bike û li gorî berjewendiyên ewlehiyê yên NATO’yê ye.”