Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Ti civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan û jinan a ji bo jiyana azad, wekhev, aştî û hevpar. Divê jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO'yê.”

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Ti civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan û jinan a ji bo jiyana azad, wekhev, aştî û hevpar.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îtîrazên li dijî civîna bilind a NATO'yê, îtîraza aştîxwazan e û wiha hate gotin, “Jin û ciwanên ku ji ber ev îtîraz bilind kirine bi operasyonan hatine binçavkirin, afirênerên siberoja aştî û demokratîk in, ne pirsgirêka ewlehiyê ya vî welatî ne.

Beriya civînê gelek mezaxtin li rêyên ku protokol wê lê derbas bibin, hate kirin. Ev mezaxtin îspata wê yekê ye ku xizaniya kûr a jinan çawa nayê dîtin. Bariyerên li ser rêyan hatine danîn, ji bo veşartina rastiya xizaniya ku bi krîza aborî re li qadên jiyanê û malan heye, hatine danîn.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îtîraza li dijî NATO’yê îtîraza li dijî şer, emperyalîzm û polîtîkayên ku jiyana gelan a hevpar û wekhev hedef digire ye û hate diyarkirin ku armanca esas a NATO’yê û tifaqên leşkerî yên mîna wê ew e ku polîtîkayên yekperest, zayendperest û desthilatdariya mêr li ser esasê berjewendiyên emperyal bixe meriyetê.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Her civîna bilind a heta roja îro hatiye lidarxistin, veguheriyeke zemînekî ku polîtîkayên şer lê jinûve hatine hilberandin û rewakirin. Bi taybetî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn hatine kûrkirin, nîşaneya vê ya herî eşkere ye. Jin her carê bûne hedefa van polîtîkayên şer.

Tişta ku di van civînan de tê esasgirtin ne ewlehiya gelan û jinan e; ewlehiya sermayeyê, berjewendiyên emperyal û polîtîkayên şer e. Ewlehiya yên ku jinan û zarokên keç îstîsmar dikin, navên wan di dosyayên Epstein de derbas dibin û di şebekeyên sûc de cih digirin e. Lewma li dijî civîna bilind rabûn, mafê herî rewa û demokratîk ê jinan e.

Îro ji Efganistanê heta Îranê, ji Sûriyeyê heta Sûdanê, ji Lubnanê heta Tirkiyeyê têkoşîna jinan îfadeya herî xurt a vê rewatiyê ye.

Vê têkoşînê îro weke îtîraza bi milyonan jinên li çar aliyên cîhanê ya li dijî civîna bilind a li Enqereyê, xwe nîşan daye.

Me ti binçavkirin û girtina ji bo bêdengkirina vê îtîrazê qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Ruhê Banga Aştî û Civaka Demokratîk dengê têkoşîna azadiyê ya jinan e.

Pirsgirêka ewlehiyê ya rast a vî welatî tifaqên emperyalîst, kapîtalîst û dijminê jinan e ku ji şer û mêtingeriyê tîmar dibin, jiyana gelan û jinan hedef digirin.

Em ê bi têkoşîn û piştevaniya xwe li dijî şer bisekinin û bibin damezrênerên aştiyê. Divê jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO'yê.”