Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

Rejîma Îranê hîna jî zextên xwe yên li ser jinên çalakvan û beşdarvanên xwepêşandanan berdewam dike. Hat ragihandin ku rejîmê cezayên girtîgeh, jora takekesî û qedexeya derketina dervey welat li hin jinên girtî birî.

Malpera Dengê Girtiyên Îranê têkildarî binpêkirinên rejîma Îranê ya li beramberî jinên çalakvan û xwepêşanderan raporek belav kir.

 Di raporê de hatiye diyarkirin ku Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya Qasim Selawatî cezayê 10 sal girtîgehê li Atîfe Nazer ya ku tevlî xwepêşandanên par bibû, birî.

Her wiha hatiye diyarkirin jina bi navê Rahîle Muînî ku xwendekara zanîngehê ye, di dema xwepêşandanên dawî de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeha Îranê ve bi hinceta ‘propaganda dijî dewletê û têkdana ewlehiya welat’ 2 sal û şeş meh cezayê girtîgehê û 2 salan jî qedexeya derketina dervey welat lê hat birîn. Hatiye diyarkirin ku Rahîle Muînî niha li girtîgeha Qerçek tê ragirtin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku jina bi navê Mehbube Şebanî ku yek ji xwepêşanderên girtî bû, 5 mehin di girtîgeha Wekîl Abad a Meşhedê de tê ragirtin û heta niha jî rewşa dosya wê nediyare. Hatye gotin ku Mehbube ji berku di dema xwepêşandanan de bi motorsikleta xwe xwepêşanderên birîndar veguhestiye nexweşxaneyê hatibû girtin.

Her wiha hatiye gotin ku bêy biryara dadwer 155 rojin jina bi navê Şekîla Qasimî (26) ya xelkê bajarê Kirman di girtîgehê de tê ragirtin. Hatiye gotin ku hêzên rejîmê heta niha jî ti agahiyek li ser sedemê girtina wê bi malbata wê re parve nekirine. Her wiha daxwaza malbatê ya ji bo berdana demkî jî bê bersiv hatiye hiştin.

Hatiye diyarkirin ku Şekîla Qasimî 100 rojên despêkê di jora takekesî ya girtîgehê de derbas kiriye û vê yekê jî bandorek nerênî li ser rewşa wê ya fîzîkî û derûnî kiriye.