Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

Dayikên Aştiyê yên li Sine û derdora wê, serdana malbata Şehîd Tara Hewramî kirin û bi merasîmek girseyî şehîd Tara bibîr anîn.

Li gorî daxuyaniya Yekineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), Şehîd Tara Hewramî (Kajan Muwîzî) di 3’yê Tîrmeha sala 2024’an de li herêma Asosê li gel du hevalên xwe yên bi navên Ararat Bawer û Stêra Sîser şehîd bibû.

YRK’ê ragehândibû ku her sê şehîdan bi rêya tevlîbûn û helwestên xwe, carek din nîşan dane ku ew mînakên rasteqîn ên xeta jinên azadin. Herwiha YRK’ê ragihandibû ku ew bûne mînakên hevaltiya rasteqîn a li gel Rêber Apo, bi tevlîbûna xwe her tim mînakên helwesta jina azad bûn û şopa xwe li ser dîroka mirovahiyê bicih hiştine.

BÎRANÎNA JI BO ŞEHÎD TARA

Di duyemîn salvegera şehadeta Şehîd Tara de, Dayikên Aştiyê yên li bajarê Sine û derdora wê, serdana malbata Şehîd Tara Hewramî kirin. Dayikan bi xwendina helbestan û bi gotina sirûda “Ey Şehîdan”, Şehîd Tara bi bîranîn.