Di saetên êvarên yên îro de, bi boneya 30 saliya şehadet û çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan(Zeynep Kinaci) li Qada Newrozê ya gundê Enze yê Binarê Qendîlê çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Di çalakiya girseyî ya bîranînê de behsa têkoşîna Şehîd Zîlan hate kirin.
Çalakiyê, di kesayeta Şehîd Zîlan û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama Meclisa Gel a Binarê Qendîlê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Aram Huseyîn ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Îro em li vir kom bûne da ku fermandar û pêşenga azadiyê Şehîd Zîlan bibîr bînin. Ew jina qehreman bi çalakiya xwe ya fedayî bû sembola îradeya bilind ya jinên Kurd û xeta raman û felsefeya azadiyê xêz kir.
Ji vir, di bin siya çiyayên bilind yên Qendîlê de, em careke din soza dilsoziya xwe ji bo rêya pîroz a Şehîd Zîlan û hemû şehîdên azadiyê nû dikin.”