Di êrîşa li dijî benda kontrolê ya Şamê de êrîşa bombeyî pêk hat

Di êrîşa li dijî benda kontrolê ya li herêma Keşkûl a bajarê Ceremana de, êrîşkarek hat kuştin û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Li herêma Keşkûl a bajarê Ceremana a paytexta Sûriye Şamê, li dijî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji aliyê du kesan ve bi bombeyên destan êrîş hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bombeya destan a ku êrîşkar avêt benda kontrolê, li ser êrîşkarekî teqiya. Di encama teqînê de êrîşkar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû. Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde bûn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.