Bêhiqûqiya qeyim didome: Biryar hate dirêjkirin
Li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê yên ku hatine xespkirin, biryara qeyim ji bo 2 mehan hate dirêjkirin.
Li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê yên ku hatine xespkirin, biryara qeyim ji bo 2 mehan hate dirêjkirin.
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve 4’ê Mijdara 2024’an qeyim lê hate tayînkirin û li Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê biryara qeyim careke din hate dirêjkirin.
Hevşaredar Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan ên DEM Partiyî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi rengekî demkî ji wezîfeyê hatibûn dûrkirin. Ev biryar ji bo 2 mehên din jî hate dirêjkirin û biryar hate dayîn ku qeyimên heyî bidomin.