Hemahengî û hevsengiya di navbera banga aştiyê ya Rêber Apo û geşedanên siyasî û leşkerî yên vê dawiyê de, nîşan dide ku pirsgirêka Kurd û herêmê di qonaxeke pir krîtîk re derbas dibe. Tevgera Azadiyê her tim ji bo çareseriyeke demokratîk û rûmetdar deriyên diyalogê vekirî hiştiye û banga aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hate kirin jî, weke gaveke stratejîk ji bo aramiya hemû gelên Rojhilata Navîn hate dîtin. Lê belê, dema mirov li pratîk û tevgerên dîplomatîk ên dewleta Tirk û hevkaran dinêre, nakokiyeke mezin û gumanbar derdikeve pêşiya me. Daxuyaniya dawî ya KCK’ê jî bi awayekî zelal balê dikişîne ser van hevdîtinên li pişt perdeyê û daxwaz dike ku gelê Kurd û raya giştî li hemberî lîstikên nû hişyar bin.
Serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, di rojeva siyasî de bû sedema pirsyarên mezin. Ev hevdîtinên ku bi rayedarên payebend ên herêmî û navendî re hatin kirin, ji aliyê KCK’ê ve weke hewldaneke ji bo dorpêçkirin û tixûbdarkirina Tevgera Azadiyê hate şîrovekirin. Pirsên ku gelo ev tevgerên dîplomatîk plansaziyeke nû ya qirkirin û tunekirinê li dijî destkeftiyên Kurdan amade dikin, ne pirsên bêwate ne. Polîtîkayên dewleta Tirk ên li seranserî herêmê her tim li ser bingeha lawazkirina vîna azad a gelê Kurd hatine meşandin. Ji ber vê yekê, dema banga aştiyê li aliyekî tê kirin û li aliyê din jî Serokê MÎT’ê li herêmê tûran diavêje, ev yek gumanên kûr li ser niyetpakî û dilrastiya aliyê rûber ava dike.
Di heman çarçoveyê de, dema ku ev hevdîtinên dîplomatîk berdewam dikirin, daxuyaniyeke pir balkêş ji aliyê serokê desteya Heşda Şabî Faleh Elfeyad ve hat dayîn. Elfeyad diyar kir ku di nava sê mehan de wê tevahiya Şengalê û bi taybetî jî Çiyayê Şengalê bikeve bin serweriya hêzên ewlehiya Iraqê. Bikaranîna peyva çiya li vir xaleke pir krîtîk e, ji ber ku Çiyayê Şengalê ji bo civaka Êzidî ne tenê cihekî cografî ye, ew stargeh, rûmet û parastina hebûna wan e. Gava ku fermana 2014’an rabû û her kesî pişta xwe da Êzidiyan, ew çiya bû ku li ber xwe da û pêşî li qirkirinê girt. Pirsa herî girîng a ku li vir derdikeve pêş ew e ku gelo ev biryar an daxuyanî bi hêzên Êzidiyan re ku ji dema fermanê ve bi xwîn û keda xwe parastina Şengalê dikin, hatiye nîqaşkirin? Bersiv pir zelal e ku na, ti nîqaş an lihevkirineke ku vîna Êzidiyan li berçav bigire nehatiye kirin. Ev yek nîşan dide ku biryarên li ser çarenûsa Şengalê li pişt deriyên girtî û di encama peymanên herêmî de têne girtin.
Ev tevgerên leşkerî û dîplomatîk di demekê de tên pêşxistin ku yasaya bêçekkirina hêzên çekdar di rojeva parlamen û hikûmeta Iraqê de ye. Ev yasa weke yek ji şertên sereke yên avakirina hevsengiyeke nû ya siyasî û hikûmeta nû tê pêşkêşkirin. Di bin navê serweriya dewletê û qanûnîkirina hêzan de, hewldanek heye ku saziyên xweser û hêzên parastina cewherî yên ku li ser hîmên civaka demokratîk hatine avakirin, bêbandor bikin. Ev polîtîka rasterast bandorê li ser statuya Şengalê û destkeftiyên herêmên xweser dike. Hewldana ji bo bêçekkirina hêzên ku civaka xwe li hemberî terorê parastine, xizmetê ji aramiya Iraqê re nake, berovajî wê, herêmê ji ferman û metirsiyên nû re vekirî dihêle.
KCK bi daxuyaniya xwe radigihîne ku banga aştiyê û avakirina civaka demokratîk ti carî nayê wateya teslîmiyetê an qebûlkirina polîtîkayên ferzkirinê. Aştiya rastîn tenê bi naskirina vîna gelan û misogerkirina sîstemên wan ên parastina cewherî pêkan e. Modela civaka demokratîk a ku li ser bingehê xwişk-biratiya gelan, azadiya jinê û jiyana hevpar hatiye avakirin, herî zêde li Şengalê û herêmên xweser jiyanî bûye. Ji ber vê yekê, her êrîş an plansaziyeke ku vîna azad a van herêman bike armanc, rasterast weke derbeke li dijî vîna aştiyê û çareseriya demokratîk a li herêmê tê hesibandin.
Di encamê de, hevdemiya serdanên Îbrahîm Kalin, daxuyaniyên leşkerî yên li ser Şengalê û nîqaşên li ser yasaya bêçekkirinê, nîşanên hişyariyê ne ku divê bi baldarî werin şîrovekirin. Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo bi kedeke mezin û nêrîneke kûr a felsefî daye destpêkirin, ji bo ku bigihîje armanca xwe ya pîroz, pêwîstî bi helwesteke dualî ya samîmî heye. Dewleta Tirk bi hevdîtinên xwe yên li Iraqê û bi rêya bikaranîna zextên li ser hêzên herêmî, hewl dide stratejiya xwe ya şerê taybet bimeşîne û banga aştiyê weke amûrekî ji bo lawazkirina berxwedanê bi kar bîne. Lê belê, daxuyaniya KCK'ê û hişyariya gelê Êzidî û Kurd nîşan dide ku tu planên ku vîna civakê û hêzên wê yên parastinê li ber çavan nagirin, bi ser nakevin. Rêya rizgariya herêmê ne di peymanên tarî û leşkerî de ye, di qebûlkirina mafên rewa yên gelan û avakirina konfederalîzma demokratîk de ye ku parastina cewherî ya her herêmê mîsogeriya herî mezin a aştiya mayînde ye.