Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Wan, Mersîn, Amed û Stenbolê gel qad tejî kirin. Gotin, divê Rêbertiya me bi me re be. Li qadan gelek flama hildan. Gelê Kurd xwedî li rêberê xwe yê ku 27 sal in li zindanê ye, derket.
Li cîhanê rêberekî gel ê ku evqas sal li zindanê maye piştî Mandela, Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. 27 sal li zindanê mayîn û têkoşîna siyasî li wir meşandin, helwesteke mînak e. Rayedarên dewleta Tirk gelek caran li Îmraliyê bi Rêbertî re hevdîtin kirin. 28’ê Sibata 2015’an li Qesra Dolmabahçe ya serokkomariyê, navbera rayedarên dewletê û Abdullah Ocalan peymanek hate çêkirin, ev peyman ji aliyê parlamenterên HDP’ê û rayedarên AKP’ê ve ji raya giştî re hate pêşkêşkirin. Peymaneke li ser esasê demokratîkbûnê, çareseriya pirsgirêka Kurd armanc dikir. Lê belê Tayyîp Erdogan wê demê demokratîkbûn ji bo desthilatdariya xwe baş nedît, lewma ev peyman red kir.
Niha jî navbera Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê nîqaşên amadekirina qanûnekî, didomin. Rêberê Gelê Kurd pêşnûmeyeke bi 7 maddeyî pêşkêşî dewletê kiriye. Lê rayedarên dewletê bersivek nedane vê pêşnûmeyê. Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP’ê her çendî gotibin wê pêşnûmeqanûn were amadekirin jî, hîna nehatiye rojeva Meclîsê. Tê fêmkirin ku li ser pêşnûmeqanûnekê lihevkirineke tam çênebûye. Hîn rasttir, ji ber ku AKP qanûnê tenê dispêre bêçekkirina gerîla, lihevkirin çênabe. Ji rêveberiya Tevgera Azadiyê Dûran Kalkan jî gotiye, eger qanûn tenê bi nêzîkatiyeke wiha derkeve, azadiya Rêber Apo negire nav xwe hingê ne gerîla ne jî gel qebûl dike.
Di mîtîngên li Wan, Mersîn, Amed û Stenbolê de bang hate kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd qanûnek derkeve. Ji Rêberê Gelê Kurd re diyarkirina statuyekî, ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd girîng e. Ji ber ku gotine, muzakerevanê me yê sereke Abdullah Ocalan e. Mîtîngan car din nîşan da ku gelê Kurd di vê mijarê de bi israr e. Azadiya Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e. Jixwe heta rêbertî azad nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe.
Di rastiyê de ger dewleta Tirk îradeyê nîşan bide, biryarê bide û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya mafê hêviyê bi cih bîne dikare deriyên Îmraliyê veke. Wê li gel nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd diyar bibe ku dewleta Tirk têkildarî çareseriyê nêzîkatiyek heye yan na. Tu kes ji gotina em ê vê rêbertiyê di zîndanê de rehîn bigirin û piştre jî çareseriyê bikin, bawer nake. Ji ber ku nêzîkatiya li hemberî rêberê gelekî, nêzîkatiya li hemberî vî gelî ye.
Hunermendê mezin ê demokrat û şoreşger ê Tirkiyeyê Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da. Piraniya naveroka fîlmên Kadîr Înanir têkildarî civakê ne. Hunermendekî wisa bû ku li ser pirsgirêkên civakî disekinî û li rex civakê disekinî. Yek ji fîlmê herî dawiyê yê bi navê ‘’Derî’’ (Kapi) zîhniyeta Kadîr Înanir bû. Dixwest pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê yekê hemû caran di nava têkoşîna ji bo aştiyê de cih girt. Di sala 2014’an de ji bo aştiyê di nava koma aqilmendan de cih girt. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çûye gelek deverên Tirkiyeyê; bi gel re civîn lidar xistin. Piştgirî daye Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di sala 2025’an de destpê kir; heya kêliya dawîn a jiyana xwe hesreta xwe ya ji aştiyê re aniye ziman. Wesiyeta Kadîr Înanir a aştiyê jî wê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bi awayekî teqez were bicihanîn.
Li gel hesasiyeta xwe ya hunermendbûnê, cesareta xwe ya rewşenbîr û demokratbûnê bi awayekî eşkere anî ziman ku Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Her çend bi mutewazîbûna xwe neanîbe ziman jî li gel helwesta xwe gotiye ku hunermend, rewşenbîr û demokrat divê wisa bin. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê tu caran Kadîr Înanir ji bîr nekin. Weke hunermendekî Tirk wê ev helwesta wî li gel derbasbûna salan biqîmettir bibe. Em jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.
Li gorî agahiya ku me standiye, bi fikrên xwe tevkarî li fîlmê bi navê 14’ê Tîrmehê yê qala berxwedana li zîndana Amedê dike, kiriye.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam