Li Pawe şer: 2 Muxafizên Şoreşê hatin kuştin
Li navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî, di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî, di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Di rojên borî de Muxafizên Şoreşê yên Îranê derdora bajarê Bane bombebaran kir û li Mihabadê operasyona leşkerî dabû despêkirin. Duh bi şev jî li nêzî navçeya Pawe ya li devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, heta saetên dereng ên şevê di navbera komeke çekdar û hêzên Îranê de şer dewam kiriye.
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê jî di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê yên bi navên Xalid Xaldînya û Burhan Kirîsanî hatine kuştin û 2 muxafizên din jî bi giranî birîndar bûne.
Heta niha ti aliyek fermî di derbarê şer de daxuyanî nedane, lê li ser torên medyaya dîjîtal komek bi navê (Xorî Hîwa) berpirsyartiya êrîşa li dijî Muxafizên Şoreşê yên Îranê girt ser xwe.