KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

KJAR'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) û Zîlan Pepûle bi rêzdarî bi bîr anî û got, rêxistinbûna jinan di vê qonaxa dîrokî de xwedî girîngiyeke taybet e.

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya salvegera 30'emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Di tevahiya têkoşînên tevgera azadîxwaz de, gelek ji jin û mêran bi têkoşîn û îradeya xwe ya bêhempa di şert û mercên herî giran de li ber xwe dane û canê xwe di ber azadiya jinê de ku di heman demê de avakirina civakeke demokratîk e, feda kirine. Gelek jin li dijî dewlet-neteweya ku li ser bingeha zîhniyeta mêrê desthilatdar hatiye avakirin, serî hildane. Çalakiya şoreşgerî ya Heval Zîlan (Zeynep Kinaci) ku mînakek ji vê berxwedanê ye, mirov nikare tenê bi çalakiyeke sînordar pênase bike, belku ev çalakî bi îdeolojiyeke kûr û baweriyeke mezin a bi sosyalîzmê re hatiye kirin."

KJAR'ê diyar kir ku piştî şehadeta Zîlan bi sedan, bi hezaran Zîlan hafin afirandin, xeta têkoşînê û ramanê ê dewam kirin û got, "Gelek çalakiyên din jî di pey çalakiya lehengî ya Heval Zîlan re hatin lidarxistin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Hevala Letîfe Selamet bi nasnav Zîlan Pepûle, yek ji wan hevalên jin e ku îlhama xwe ji manîfestoya azadiyê ya hevala Zeynep Kinaci girtiye û nav û rêça wê ji bo xwe kiriye pîvan. Heval Zîlan Pepûle ya ku bi ruhê Apoyî tevlî refên gerîla bibû, li Merîwanê piştî berxwedaneke mezin a li dijî kemîna rejîma Komara Îslamî bi lehengî şehîd ket û mîna hevala Zeynep Kinaci û gelek hevalên têkoşer ên xeta Apoyî, ti carî serê xwe li ber rejîmên dîktator û dij jin netewand. Zîlan Pepûle bi fedakarî û ruhê xwe yê berxwedanê, canê xwe feda kir da ku careke din ruhê jiyana komînal ku li ser bingeha exlaq û wekheviyê ye, di vê xaka kevnar de zindî bike."

KJAR'ê ragihand ku jinên şoreşger ên mîna Zîlanan, bi eşq û evîn gihîştina xeta Rêber Apo weke armanca xwe destnîşan kirine û di vê rêyê de bi wêrekiyeke mezin canê xwe feda dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tişta Zîlan Pepûle li Merîwanê kir bi esasî xweşkirina rêya dijwar a têkoşînê ji bo jinan bû û hate gotin, "Zîlan Pepûle di nava salan de girîngiyeke mezin dida perwerdekirin û hişyarkirina jinan û di wê baweriyê de bû ku ti civak û netewe nagihîje azadiyê, heta ku jin tê de azad nebin. Wê li Merîwanê xebatên xwe bi rêxistinbûna jinan ji çiyayan bigire heta gund û bajaran berfireh dikir, bi vî rengî ku xebatên wê bandor li ser gelek jinan kir."

Daxuyaniya KJAR'ê bi van hevokan bi dawî bû:

"Em weke Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di demekê de ku bîranîna Zeynep Kinaci û Zîlan Pepûle bi rêzdarî bi bîr tînin, radigihînin ku rêxistinbûna jinan di vê qonaxa dîrokê de xwedî giringiyeke taybet e. KJAR bi zanebûna girîngiya vê prensîbê, salan e ku bi rêya Akademiya Şehîd Zîlan Pepûle ji bo hişyarkirin û rêxistinbûna jinan dixebite.

Di encamê de em careke din diyar dikin ku em wek jin, bi yekdengî û bi pêkanîna xebatên hevpar û berxwedana komî, dikarin daxwaz û miradên hemû ew kesên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, bi ser bixînin."