BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê: Bûyîna hevrêyên Zîlan rûmeteke mezin e

Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”

Çalakiya dîrokî ya gerîlaya fedaî Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de pêk hatibû, mîna roja pêşîn zindî ye. Ji bo 30’emîn salvegera vê çalakiya dîrokî, gerîlayên YJA-Starê Hewlêr Hêvî û Zemdar Çekdar ji ajansa me re axivîn û çalakiya hevrê Zîlan silav kirin.

‘EW FERMANDARA ME YA JIYANÊ YE’

Gerîla Hewlêr Hêvî li ser çalakiya şehîd Zîlan wiha got, “Her çend 30 sal di ser re derbas bûbin jî, em hîna şehîd Zîlan bi bîr tînin. Hevrê Zîlan di jiyana me de her tim zindî ye û tu carî namire. Ji ber ku wê bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt. Rêber Apo vê mîrateyê bi rêxistinkirinê re mezin kir. Piştî çalakiya wê, nasnameya jinê zêdetir xuya bû û rêxistinbûna jinê mezin bû. Îro em wek tevgera jinê di şopa wê de bûn artêşek. Hevrê Zîlan fermandara jiyan, têkoşîn û şerê me ye. Her çend em bi hev re nejiya bin jî, mîrateya wê îro bi awayekî zindî tê jiyandin.

Çalakiya şehîd Zîlan di wê demê de Tirkiye hejand û axa mirî ji ser jinan rakir. Hevrê Zîlan bi vê çalakiyê nûnertiya hemû jinên cîhanê û jinên Apoyî kir. Rêber Apo ji bo me çavkaniya jiyanê ye û xeta me ya sor e. Em wek şervanên hevrê Zîlan, her tim li dora Rêber Apo dibin yek û tu hêz nikare bandora Rêber Apo li ser me qut bike.”

‘JIYANA AZAD TENÊ LI SER XETA ŞEHÎD ZÎLAN PÊKAN E’

Gerîla Zemdar Çekdar jî di destpêka axaftina xwe de şehîd Zîlan û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî. Zemdar Çekdar, diyar kir ku ew xwe pir bi şans dibîne ku hevrê û şopdara Zîlan e û wiha got, “Wek gerîlayeke jin, ez pir kêfxweş im ku îro di xeta şehîd Zîlan de dimeşim. Ev ji bo min rûmeta herî mezin e. Jiyana azad ji bo hemû jinan tenê li ser vê xetê pêkan e. Hevrê Zîlan ji bo me rêyeke mezin û bêdawî vekir. Koka vê rêyê wê bigihêje serkeftinê. Bûyîna şopdara wê rûmet û şerefek mezin e.”

Gerîla Zemdar Çekdar, di dawiya axaftina xwe de careke din şehîd Zîlan bi hurmetî bi bîr anî û soza ew ê xeyalên şehîdan bigihînin serkeftinê dubare kir.