Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi koma 207’an û di roja 1075’an de didome.
Dewrgirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 206’an Mele Elî Sipêrtî axivî.
Mele Elî Sipêrtî, şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û wiha got: “Ev çalakî gelek watedare. Ji ber Rêber Apo layiqê her tiştiye ku em ji bo wî bikin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna herêmê ye. Ji ber wê yekê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi bê xwestin divê em bikin. Çi tişta bikeve ser milên me, emê bêyî dudilî bikin. Ya niha ji me tê ev çalakiye. Ger were xwestin emê çalakiyên cuda jî bikin. Çawa ku bawermendên xwedê bi mûminên xweda bawerin, em jî wisa bi Rêberê xwe bawerin. Ew tiştekê dizan ku Rêber Apo pêvajoyê birêve dib,e wê ser jî bêxe.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.