BI DÎMEN

Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

Gerîla Asmîn Gelî, anî ziman ku piştî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan bi sedan şoreşgeran xeta wê ji xwe re esas girtin û got, “Armanca şehîd Zîlan jiyaneke bi wate û azad bû.”

Di dîroka Tevgera Apoyî de 30’ê Hezîrana 1996’an xwedî girîngiyeke mezin e. Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiya xwe ya fedaî xeteke nû afirand. Di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo hewldaneke sûîkastê çêbûbû. Şehîd Zîlan ev komploya li dijî Rêbertiyê dît û piştre li Dersimê di dilê dijmin de bi şêwaz û taktîkeke nû çalakiyeke fedaî kir.

Gerîlaya YJA Starê Asmîn Gelî, ji ber salvegera 30'emîn a şehadeta şehîd Zîlan, li ser vê çalakiya fedaî nirxandin kirin.

Gerîla Asmîn Gelî di serî de di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wiha axivî, “Hevrê Zîlan di 30'ê Hezîranê de li dijî komployê çalakiyeke fedaî pêk anî. Rêber Apo bal kişand ser girîngiya vê çalakiyê û got, ‘Hemû gotin û nameyên Zîlan ji bo min manîfesto ne.’ Armanca şehîd Zîlan jiyaneke bi wate û azad bû. Ji ber vê yekê bêyî fikar ber bi jiyana azad ve meşiya. Ji bo me, partiya me û jinan hevrê Zîlan xeteke. Wekî jin, em dixwazin di rêya hevrê Zîlan de bimeşin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê Zîlan ji bo me armanc e.”

Gerîla Asmîn Gelî da zanîn ku wan gelek caran ji hevrêyên ku bi şehîd Zîlan re mabûn, sekn û jiyana wê guhdarî kirine û wiha domand, “Hevrê Zîlan hevaleke wisa bû ku di salekê de xwe gihand asta herî jor û Rêbertiyê pir kûr fêm kir. Ev yek bi serê xwe xwedî wateyeke pir hêja, pîroz û îdeolojîk e. Kengî li dijî Rêber Apo metirsiyek çêbibe, wê demê vîneke wekî ya şehîd Zîlan li ser rûyê erdê şîn dibe û li dijî van metirsiyan disekine. Bi dehan û bi sedan şoreşgeran xeta Zîlan ji xwe re esas girtin û li ser rêya heqîqetê meşiyan. Fedaîtî, xelekeke ji agir e ku li dora Rêber Apo ava bûye. Ji ber ku hevrê Zîlan Rêbertiyê fêm kir, bû xwediyê vê çalakiyê, jiyanê û armancê. Hevrê Asya û Rojger jî şehîd Zîlan fêm kirin û bûn xwediyê çalakiyeke bi vî rengî. Em jî dixwazin hevrê Asya û Rojger fêm bikin.

Ev xelekeke wisa ye ku ji hev qut nabe. Ev hemû îfadeya xeta Rêbertiyê û armanca mezin in. Ev hemû tê wateya azadiya Kurdistanê û gel. Hevrê Zîlan xwest bibe xwediyê jiyaneke wisa mezin. Zîlanbûn fedaîbûn dixwaze. Zîlanbûn wêrekiya mezin û dilsoziyeke bêhempa dixwaze. Di eslê xwe de Zîlanbûn, tê wateya ku mirov her kêlî xwe ji nû ve biafirîne. Wekî jin, em ê di şopa hevrê Zîlan de bimeşin, têkoşîn û armanca xwe hîn xurtir bikin.”