Li Dîwaniyeyê 2 rêveber hatin binçavkirin
Operasyona gendeliyê ya li Bexdayê doh destpê kir, dewam dike. Li Dîwaniyeyê 2 rêveber di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin binçavkirin.
Operasyona gendeliyê ya li Bexdayê doh destpê kir, dewam dike. Li Dîwaniyeyê 2 rêveber di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin binçavkirin.
Li gor çapemeniya Iraqê, di çarçoveya operasyona ku duh li Bexdayê li dijî gendeliyê hatiye despêkirin de, Rêveberê Berê yê Elektrîka Dîwaniye Muslim Xizeyîr û alîkarê wî bi tometa destê wan di gendeliyê de heye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye beriya heftiyekê her du berpirs bi biryara serokwezîrê Iraqê ji karê wan hatibûn dûrxistin.