Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Şamê ye
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ji bo danûstandinên fermî çû Şamê.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ji bo danûstandinên fermî çû Şamê.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şeybanî çû Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, wezîr wê hevdîtinan bi rayedarên Sûriyeyê re bike da ku li ser rêyên xurtkirina têkiliyên her du welatan û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganiyê de, gotûbêj bikin.