PÎK’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî
Serokê Giştî yê PÎK’ê, Şêx Seîd û hevrêyên wî bibîr anî û bang li gelê Kurd kir ku li ser xeta Rêberên neteweyî yekîtiya xwe ava bikin.
Serokê Giştî yê PÎK’ê, Şêx Seîd û hevrêyên wî bibîr anî û bang li gelê Kurd kir ku li ser xeta Rêberên neteweyî yekîtiya xwe ava bikin.
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), ji ber salvegera 101’emîn a darvekirina Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî yên welatparêz daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştî yê PÎK’ê ve hatî weşandin de hat destnîşankirin ku serhildana Şêx Seîd a li dijî rejîma Kemalîst a zalim, di dîroka gelê Kurd de bûye wesîleya rêya azadiyê.
Daxuyaniya PÎK’ê bi vî rengî ye:
"Şêx Seîd û hevrêyên wî di 29´ê Hezîrana 1925´an de ji hêla dewleta Tirk ve hatin darvekirin. Ew li hember zilm, bêdadî û asîmîlasyonê rabûn ser piyan. Wî ji bo rûmeta gelê xwe, ji bo parastina ziman, çand û nasnameya Kurdî canê xwe feda kir. Şahadeta wî ne dawî bû, lê destpêka têkoşîneke ku heta îro di dilê her Kurdekî de dijî ye. Ew ne tenê rêberek bû, sembola berxwedan, yekîtî û xewna azadiyê bû.
Dewleta Tirk a nîjadperest hê jî polîtîkayên xwe ya înkar û qetlîamê ya li dijî gelê Kurd û rêberên Kurdan didomîne.
Îro piştî 101 salan, pirsgirêka Kurd hîn jî yek ji mijarên herî girîng ên Rojhilata Navîn e. Gelek Kurd wêneyê Şêx Seîd wek sembola berxwedan, yekîtî û parastina nasnameya xwe dibînin.”
PÎK'ê di berdewamiya daxuyaniyê de gotinên dawî yên Şêx Seîd bi bîr xistin, "Ez qet ne poşmanim ku di ber miletê xwe da şehîd ketim. Bes bila neviyên min li hemberî dijmin min şermîn dernexînin."
Di dawiya daxuyaniyê de banga yekitiya neteweyî hat kirin û hat gotin, "Em ê her dem di rêya rêberên xwe yên dîrokî; Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî û hemû rêberên xwe yên bi rûmet de bimeşin. Em bang li gelê Kurd dikin ku mil bidin milê hev û bi helwesteke neteweyî bibêjin; 'Bijî yekîtiya neteweyî û Kurdistana serbixwe û azad'."