Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê navê hiqûqê azadî be

Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku banga 27ê Sibatê tenê ji bo Kurdan nîne, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye û destnîşan kir divê navê hiqûqê azadî be û Rêber Apo azad bibe.

Mitînga Azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin, bi tevlîbûna deh hezaran dewam kir.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di mitîngê de axivî diyar kir ku di tekoşîna gelê Kurd ê ku bi hezar sal in ked, têkoşîn û berdêlên giran ava bûye û wiha axivî “Gelê Kurd bi dehan salan e ku vî welatî neçarî demokrasiyê dike. Ji bo ku bibe avakarê aştiyê li vî welatî qadan amade dike. Bi salan e li vî welatî ji bo azadiya gelan, kedkaran û jinan hewl dide. Em dixwazin ku ev têkoşîna ku bi salan e berdewam dike, bi gelên Tirkiyeyê re bigihîje hev. Em dixwazin ku gotina Dayikên Aştiyê yên ku rûyê zarokên xwe nabînin li erdê nemîne. Mîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm. Em wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin Bayram Balci yê ku têkoşîna birûmet a gelê Kurd bi salan tevî û zextan kevneşopiya çapemeniya azad meşand, di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da û ji welatê xwe dûr ket. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin.”

‘BANGA 27’Ê SIBATÊ JI BO HEMÛ GELAN E’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser banga Rêber Apo a di 27ê Sibatê de kiribû û got: “Di banga 27ê Sibatê de tenê Kurd nîn in, gelên Tirkiyeyê hene. Di banga 27ê Sibatê de jiyana hevpar a vî welatî heye, paşeroja hevpar a vî welatî û hebûna her kesî ya bi nasnameya xwe heye. Di banga 27ê Sibatê de, li şûna înkara ku dihat xwestin bi Kurd-dijminatiyê were avakirin lê bi ser neket, banga avakirina yekîtiya demokratîk a bi hev re heye. Di banga 27ê Sibatê de, banga veguherîna dewletê ya bi esasgirtina demokrasiyê heye. Ev bang, banga Tirkiyeya mezin e. Ev bang di heman demê de banga têkoşînê ye. Ev bang; banga avakirina paşeroja hevpar a bi hev re ye, avakirina pergaleke ku zarok tê de neyên kuştin, lê bi azadiya xwe bijîne. Ev banga avakirina têkoşîna hevpar a li dijî hemû neheqiyan e. Ev bang ji bo azadiya ewladên gelê Kurd ên ku ji ber di hiqûqa vî welatî de tune ye zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de tên girtin, ji bo hemû siyasetmedarên me yên dîlgirtî, ji bo ku paşeroj bi ciwan û jinan re bihêztir bibe, bangek e. Çima ev bang deng nade? Çima ev bang bi gelan re nagihîje hev? Desthilatdarî çima destûrê nade vê yekê? Hewcedarî bi hevparbûnê heye, ne ku rûmet û serbilindiya Kurd û Tirkan a ku bi hezarên salan bi hev re jiyane, bînin pêşberî hev. Ev vîna avakirina paşeroja hevpar e.”

‘DIVÊ NAVÊ HIQÛQÊ AZADÎ BE’

Çigdem Kiliçgun Uçar, derbarê rêziknameyên qanûnî yên ku tên hêvîkirin werin kirin de axivî û axaftina xwe wiha domand: “Çarçoveyeke qanûnî heye. Nîqaş berdewam dikin, lê gava em televîzyonan vedikin, Serokkomar û Serokê Meclîsê dibêjin, ‘Bila çarçoveya qanûnî di demek zû de were meclîsê.’ Em ji Amedê dipirsin kî/kê wê bîne meclîsê? Mixatabê aştiyê, yê ku li ser wê masê rûniştiye kî ye? Divê navê Birêz Ocalan ê li ser maseya muzakereyê were diyarkirin. Divê dewlet biryarê bide ka hiqûqa Birêz Ocalan ê ku di çavê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de sêwiranerê sereke û pêşengê sereke ye, çi ye. Divê navê vê hiqûqê azadî be. Astengiya li pêşiya vê çi ye? Di çavê dewlet û desthilatdariyê de, danîna çekan çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ne wisa ye. Birêz Ocalan dibêje, ‘Piştî ku çek hatin danîn, divê êdî zemineke hiqûqî derkeve holê ku tu kes careke din serî li çekan nede.’ Kurd ji ber ku di qanûnên vî welatî de cih nagirin tên girtin, di siyaseta demokratîk de tên cezakirin, 30 salan di girtîgehê de dimînin, qeyûm dişînin şaredariyan  û mafê wan ê herî jiyanî, mafê ziman tê cezakirin. Em ne avakarên cezakirinê ne, em serdemekê ava dikin ku di sedsala nû ya Tirkiyeyê de gelê Tirk û Kurd bibin misogeriya hevdu. Ev fersendeke dîrokî ye ku hatiye ber lingê dewletê. Bêyî ku dereng bixin divê rêziknameya qanûnî bê derxistin.”

Axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar gelek caran bi dirûşmeyan hate birîn û mitîng bi stranên hunermend Pinar Aydinlar dewam kir.