YRK’ê derbarê pevçûna li herêma Mihabadê daxuyanî da
Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê ragihand ku pasdaran li sînorê Mihabadê dest bi operasyonekî leşkerî kirin û şer û pevçûn li herêmê berdewam dike.
Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê ragihand ku pasdaran li sînorê Mihabadê dest bi operasyonekî leşkerî kirin û şer û pevçûn li herêmê berdewam dike.
Navenda Ragihand û Çapemeniya YRK’ê derbarê pevçûna li Mihabadê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:
“Weke gelê me û raya giştî dizane li herêma Mihabadê, gundê Gageş û dewrûberê wê ji aliyê hêzên sipa ên pasdaran ve operasyonek leşkerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên herêmî, şer û pevçûn heta niha berdewam e. Li ser vê bûyerê dema agahiyên cuda bigihijin destê me, em ê bi raya giştî re parve bikin. “