Di Konferansa Zimanê Kurdî de nexşerêya hevpar: Wê konfederasyon were avakirin

Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.

Konferansa Zimanê Kurdî ku bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li navenda çandê ya Çand Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi rûnistina 3yemîn a bi sernavê, “Beşdariya înîsiyatîfên sivîl ji bo belavkirina zimanê Kurdî’ didome.

Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan moderatoriya rûniştinê kir. Nivîskar Dilawer Zeraq û Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak di rûniştinê de axivîn.

‘DIVÊ ŞÛNGEHÊN KURDÎ BÊN AVAKIRIN Û PARASTIN’

Nivîskarê Kurd Dilawer Zeraq di rûniştanina sêyemîn a konferansê de axivî. Dilawer Zeraq da zanîn ku bi salan e bi rola xwe ya ziman radibin û wiha got: “Malbat bingehek û şûngehek a ziman e. Ji bo ziman kîjan çêtir e divê em bala xwe bidin wê. Ya ku malbatê ji hev xist û belav kir, teknolojî bû. Pergal dixwaze li gundan hemû qadan bikin awayekî sîmetrîk. Pêkanînên asîmîlasyonê bi awayekî kontrolkirî yên îdeolojîk ên dewletê tên kirin. Gund civaka hundirîn e lê dor teng e. Di navbera bajaran û gundan de dibe dortengiyek heye. Ên ku di bajarokan de bijîn dikarin jiyana gund jî bijîn. Zimanê hundurîn zimanê Kurdî ye. Di asîmîlasyonê de armanc zimanê derve bikeve zimanê hundirîn. Asîmîlasyon tu carî bi dawî nabe. Endamên malbat û derve dibin zimanên pir. Weke encam dikarin bêjin roja îro fonksiyona hafizeyî ya qeydkirina ziman gelek guheriye. Êdî bîrên nû tên avakirin. Zanav û ziman, dîkolonîzasyona bi vejandina zimanê Kurdî û çanda mala me dest pê dike. Têkoşîna civakî her tim li dar e. Di mal û malbatê de êdî pergaleke çalak a zimanê Kurdî tune ye. Niha li Başûr hê jî di qonaxa dîkolonî de ne. Dema li Zaxo maç bê lîstin hemû bi Kurdî ye. Şûngeh weke esas e, ji bo ku em Kurdî ji kolonîzasyonê biparêzin divê em şûngehên Kurdî ava bikin. Bi tenê destê malê maye. Em diçin navenda danûstendinê kes bi Kurdî naaxivin, divê li wir Kurdî bê axaftin û belavkirin. Li gelek qadan hunermend, lîstikvan û siyasetmedarên me dertên ser dikê Kurd in, dema pêya dibin dibin Tirk.”

‘DIVÊ BAJARÊN XWE BI KURDÎ BIXEMLÎNIN’

Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak jî li ser xuyabûna zimên di qada giştî de çawa dikare were zêdekirin axivî û ev nirxandin kir: “Di qada giştî de em çawa rastî Kurdî tên? Bask nîşanî me dide ku pirzimanî li wir heye. Hemû tabelayên wir bi pirzimanî ne û pêşî zimanê xwe weke yê esasî digirin. Beriya ku qeyim tayînî hinek şaredariyan bê kirin me li ser cadeyan ‘pêşî piya’ nivîsandibû. Lê piştî wî ew du zimanî jî bi destê qeyimê hate rakirin. Ziman di jiyana rojane de xuya dibe. Dema ku Kurd ji çend salan destkeftiyek bi dest bixin, lê hewl didin tiştek derxin holê daku wê ji holê bidin rakirin. Mînakên wê gelek in. Ji sal ên 2000î heta 2016an di pêvajoya qeyiman de her tişt li ber çavan bûn. Me li gelek deverên bajêr kiribû bi Kurdî, lê mixabin wan rakirin. Lê niha jî li hin deverên Amedê me dîwanên gelek wêjakarên Kurd nivîsandiye. Niha jî gelek caran hin kes dibin wan nivîsandinan de wêneyan dikşînin. Zarok dema ji dibistanê derdikevin divê tiştên xwe yên çandî fêr bibin. Her wiha li me li gelek deveran zûgotinokan jî nivîsandibûn. Zarok dema di nava malê de bin bi zimanê xwe zanin, lê piştî ku diçin dibistanan dest bi zimanê biyanî dikin. Divê em gotinên pêşiyan li ser dîwaran bidin nivîsandin. Hemû tabelayên nava bajêr dikare bi du zimanî bin. Divê tabeyên nava wan gundan em bikin Kurdî û li ser taybetmendiya wan bixebitin. Em ji bo Kurdên Stenbolê dikarin çi bikin? Em li dibistanan jî dikarin careke din zimanê xwe zindî bikin.”

POLÎTÎKAYÊN ZIMAN HATIN NÎQAŞKIRIN

Rûniştina dawî ya konferansê bi sernavê, “Polîtîka û stratejiyên zimanê Kurdî” pêk hate. Di rûniştina bi moderatoriya Leyla Kaymaz de, Zekî Peker û Hevserokê Enstituya Kurd a Amedê Murat Bilgîç axivîn.

Mamosteyê Zimanê Kurdî yê zaravayê Kirmanckî Zekî Peker anî ziman ku dewletên dinyayê yên herî li paşmayî bi awayekî dîktatorî tên birêvebirin û bi lê kir ku kar û barên xwe bi vî şêweyî dimeşînin û wiha qal kir: “Lê divê em meseleya zimanî bi tenê ji dewletê re nehêlin. Divê em bi awayekî demokratîk ji bo ziman bixebitin da ku ziman ji xetereyê rizgar bibe. Em dizanin ku niha pêvajoyek heye û em hêvî dikin ku ev pêvajo bi serkeftî pêşve biçe. Tiştekî din jî meseleya zîhniyetê ye. Divê em pêşî ji bo guhertina zîhniyetê li ser ziman xebatan bikin. Niha li vir ji bo rizgarkirina zimanî 2 metod hene. Yek ji jor de ye, yek jî ji jêr de ye. Em dizanin ku ew a jorîn bi dewletê ve girêdayî ye, yanî bi aliyê qanûnî ve. Ew a jêrîn jî bi me ve girêdayî ye, hewcedariya wê bi qanûnan nîne û divê em bi awayekî lezgîn dest bi xebatan bikin. Em dizanin ku li gorî beriya 20 salan rewşa zimanî hinekî baştir bûye, wekî mînak kurmancî li gorî zazakî (kirmanckî) bi pêş ketiye, lê rewşa zazakî hîn xerabtir e û li paş maye. Divê em ji bo zazakî cudahiya pozîtîf (erênî) bikin. Her wiha, em zazakî li gorî kurmancî û soranî hinekî kêm dizanin, ji ber vê yekê divê em ji bo zazakî cudahiya pozîtîf bikin”

‘BI SEDAN SAZÎ MIHATABÊ VÊ BIRYARÊ NE’

Mamosteyên Zimanê Kurdî Murat Bîlgîç jî anî ziman ev mijara ziman bi tenê li ser saziyan nabe û got ku divê herkes lê bibe xwedî û wiha axivî: “Zimanekî polîtîkayên wê û stratjiya wê tune be ew ziman weke ku li ber bayê ye û ew ê biçe. Ji hêviyê me wê bêhtir em dikarin li ser zimanê xwe bixebitin, em ê çi bikin? Li beramberê wê keda ku hatiye dayin gelo em dikarin bêjin me ji bo ziman çi kiriye? Heke plansaziyê wê neyên kirin, ew ê ev konferans dawî ya wê çawa be? Yan jî ji bo hat kirin? Ji bo ku hin tişt bikevin meriyetê ji bo me plansazî lazim e. Ger ku zimanê me di vê rewşê de be, me zimanê xwe bê prestij kiriye û hiştiye. Ji bo prestîja ziman divê hewldan a bilindkirin be. Bi sedan sazî mihatabê vê biryarê ne. Di hin cihan de dibe hin biryarên neyênî jî bikar bînin. Çima û çawa di plansaziya ziman de dikeve dewrê. Xeta esasî ev e, biryara ku nirxandina wê neyê kirin, ew weke tune tê hesibandin. Dema ku me van biryaran girt em dikarin biryarên xwe pêk bînin. Hin tişt hene ku bi karê saziyan nîne, hin tişt hene ku karê hemû kesî ye. Xebatên ku nîvco dimînin ji me tiştek dimîne. Xebata ku hatibe kirin, ew digihêje encamê. Carinan plansaziya diçe ku li birokrasiyê jî diqelibe.”

BIRYARÊN KU DI KONFERANSÊ DE HATINE GIRTIN

Biryaryarên di dawiya konserasê de hatin girtin ev in:

“1-Hefteya 15 Gulanê dê wek festivalê bê pîroz kirin. Di vê hefteyê de tu bernameyên ku 15 Gulanê di bin bandora xwe da bihêle dê neyê amade kirin.

2-Ji bo pêşxistina zindî kirina ziman dê 2 salan carek konferansek bê li darxistin.

3-Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de bên rêxistinkirin û xebatên hevpar bimeşînin bi navê “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” konfederasyonek bê avakirin.

4- Ji bo ku zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên navbera sazi û dezgehên me bi kurdî, heke pêwîst bike li gorî rewşê ji bo tirkî jî bê wergerandin.

5-Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barê folklorê bi hevkariya rêveberiyên xwecihî (di bin banê daîreyên ziman de wekî gerînendetiya xebatên pêşvebirin û berbelavkirina zimanî) bê kirin.

6-Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.

7-Sazî divê ji bo karmendên xwe yên bi kurdî nizanin û ên kêm zanin di asta nivîsînê de qelsin li gor asta wan divê atolyeyên zimanî yên mecbûrî organîze bikin.

8-Malperên fermî yên saziyan, hesabên medyaya civakî û daxuyaniyên ji bo çapemeniyê divê di rêza yekem de bi kurdî bin. Zimanên din tenê wekî alternatîfên wergerê li pişt kurdî cih bigirin.

9-Ji bo avakirina dibistaneke online xebat bên destpêkirin.

10-Navên sazî, dezgeh, kûçe, kolan, park û hwd. peyzaj ango kurdîkirina bajêr bê kirin.

11-Em bikaranîna kurdî wekî pîvana temsîla siyasî bi nav dikin, kî bixwaze kurdan temsil bike, divê hînê kurdî bibe.

12-Ji bo avakirina toreke berfireh a zimanê kurdî ku derdorên cuda jî tê de cih bigirin, hewldan bên destpêkirin.

13-Rêveberiyên xwecihî di konferansa xwe ya giştî de di derbarê ziman û perwerdehiyê de hin biryaran girt. Mînak; wekî avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî, gerînendetiya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî û yekeyên pêşvebirin û parastina zimanê kurdî / Vekirina kreş, navendên zarokan, odeyên lîstikê û zarokîstanan (pêşdibistanan) û hwd. Mînak; Avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Di heman demê de jî gerînendetî û yekeyên pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Divê kanaleke xwerû çandî bê vekirin.

14-Ji bo ku Kirmanckî/Zazakî di bin serdestiya Tirkî û siya Kurmancî de nemîne, divê; Televizyoneke xweser ya mîna Jiyan TV yan jî garek din ji nû ve were vekirin. Divê akademî û weqfeke xweser ya bi zoravayê Kirmanckî were vekirin, di heman demê de ji bo Kurmancî jî. Karê standardîzekirina zimên serdest be.

15-Ji bo prestîja ziman divê bibe zimanê jiyanê anku zimanê bazarê. Ya din jî kesên ku dinivîsin bibin pêşengên civakê divê zimanê herêmî ya standard û xwediyê belgeyên saziyên ziman bin.

16-Di konferansa rêveberiya herêmî de ji her qetandina daireyan a çand û ziman divê bê kirin. Dîsa ji bo ziman bi prestîj bibe divê saziyên zimanê kurdî esas bên girtin, aboniyeke xurt jê re bê veqetandin.

17-Divê cihê saziyên ziman ku lê hene divê li navçeyên wan bajaran jî bên vekirin.”

Konferans di roja duyemîn de bi dawî bû.