Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Şehîd Diyar Xerîb di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de, li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Binarê Qendîlê li ser gora xwe hat bibîranîn. Her wiha cenazeyê Şehîd Zozan Denîz hate veşartin.

Li Şehîdgeha Mihemed Karasungur a Binarê Qendîlê bi tevlîbûneke girseyî yek ji pêşengê Tevgera Azadî ya Kurdistanê Diyar Xerîb (Helmet Gabar) bi merasîmekê di salvegera şehadeta 7’emîn de hate bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de cenazeyê Şehîd Zozan Denîz ku 24’ê Hezîrana 2026’an ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûbû jî hate veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Fermandara YJA Starê Sîdar Heşdanî axivî û bal kişand ser têkoşîn û jiyana şehîd Zozan Denîz û got: “Şehîd Zozan Denîz ji bo malbatên şehîdan û gelê wê azad bijî jiyana xwe feda kir. Îro ne tenê em diêşin, ev ji bo me serbilindiyeke. Meha Hezîranê ji bo tevgera jinan û Tevgera Apoyî meha şehîdane. Emê wan tim bibîr bînin.”

Daxuyaniya Komîteya Malbatê Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ji aliyê Wehab Ehmed ve hate xwendin û ev hate gotin: “Diyar Xerîb yek ji pêşengên naskirî yên şoreşa Kurdistanê ye. Wî jiyana xwe ji bo têkoşîna welat, ronakbîrî û xizmetkirina ji bo gelê xwe feda kir. Berî 7 salan ji bo bicihanîna têkoşîna weke endamê Konseya KCK’ê dema li ser erka xwe bû şehîd bû. Diyar Xebîb li ser bingehê felsefeya Rêber Apo di warê perwerde, rêxistinkirin û yekitiya netewî, nasandina netewa demokratîk xwedî roleke mezin bû.”


Herî dawî bang li gelê Kurd hate kirin ku xeta têkoşînê ya Şehîd Helmet ya ji bo azadî, serxwebûn û aştiyê bihêz bikin.

Piştre jî xwişka Şehîd Diyar Xerîb Helale Xerîb li ser navê malbatê peyamek da û got: “Hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînim. Şehîd Diyar Xerîb zarokeke yê malbateke qurbanîdayiye û têkoşere. Şehîd Diyar Xerîb hemû temenê xwe da yekitya netewî û azadiya gelê xwe. Xwedî bîr û baweriyeke mezin û îradeyeke ji polayê bû. Tim bi hêvî li siberojê dinêrî.”


Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Zozan Denîz bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.
Piştre jî girseyê gul danîn ser gora Şehîd Diyar Xerîb û Zozan Denîz.