PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

PJAK’ê 39’emîn salvegera karesata kîmyabarana Serdeştê bi bîr anî û got: “Ev êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de bû semboleke hovîtiya şer.”

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi boneya 39’emîn salvegera karesata kîmyabaranana Serdeştê, daxuyaniyek da. PJAK’ê ragihand ku ew êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de sembolek tal a hovîtiya şer bû.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di 28’ê Hezîrana 1987’an de, rejîma Bees a Iraqê berî kîmyabaranana Helebceyê ku bû sedema şehîdbûna pênc hezar kesan, çekên kîmyewî yên qedexekir li bajarê Serdeştê yê li Rojhilatê Kurdistanê bi kar anî. Di vê sûcê şer ê eşkere de, bombeyên gaza xerdelê bi ser herêmên qelebalix û niştecihbûnê yên navçeyê de barandin. Di dîrokê de gelê Kurd li ser asta cîhanê bû yekemîn qurbaniyê çekên kîmyawî.

Bi sedan jin, zarok û pîrên bêguneh şehîd bûn û nêzîkî 8 hezar kesên din jî rû bi rûyê bandorên bi êş û demdirêj ên jehrîbûna kîmyewî bûn. Bû birîneke ku hîn jî piştî 39 salan li ser can û laşê qurbanî û rizgarbûyan xuya dike.

Serdeşt di navbera desthilatxwaziya rejîma Bees a Iraqê û rejîma Îranê de bû qurbanî. Gelê Kurd ê bindest berdêleke giran di vê şerxwaziya rejîmên serdest ên ser Kurdistanê de da. Ev êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de bû semboleke tal a hovîtiya şer û bacên wê yên mirovî. Saziyên navneteweyî jî li hemberî vê sûcê bêdengiyê hilbijartin.

Wek Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), şehîdên kîmyabaranana Serdeştê bi bîr tînin û xema xwe ya kûr ji bo malbatên qurbaniyan û birîndarên ku neçarin heta dawiya temenê xwe êşa wê birînê bikişînin, bilêv dikin. Di heman demê de hawara gelê me ya ji ber êrişên kîmyewî û komkujiyên Serdeşt, Zerde û Helebceyê digihînin guhê cîhanê.

Ji bo rêgirtina li dubarebûna van hovîtiyên şer ku hîn jî zext û gefa li ser herêmên me berdewamin, divê ev sûc di asta navneteweyî de were qeydkirin û lêkolînkirin. Divê piştgiriya piralî ji bo malbatên qurbaniyan û birîndarên kîmyabaranê were kirin. Her wiha divê têkoşîna gelê Kurd a li dijî şerxwaziyê li her çar parçeyên Kurdistanê û xweparastina rewa were berfirehkirin ku rêya wê jî yekîtiya tam a gelê me ye. Em ê bîranîna qurbaniyên Serdeştê zindî bigirin, bibin dengê wan û hewl bidin ku birînên vê karesatê tu carî neyên jibîrkirin.”