Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir ê ku demek dirêj bi nexweşiyên giran re têdikoşiya, jiyana xwe ji dest da.

Yek ji navdarên sînemaya Tirk Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da.

Kadîr Înanir di sala 2024’an de ji ber xwîn rijiya ser mjiyê wî rakiribûn nexweşxaneyê û li beşa lênêrîna lezgîn hat dermankirin. Piştî dermankirina bi mehan ji nexweşxaneyê derket.

Hunermend Kadîr Înanir herî dawî di 14’ê Gulanê de ji ber nexweşiyê rakiribûn nexweşxaneyê û piştî 6 rojan hatibû entubekirin. Înanir ê ku nêzîkî du mehan di beşa lênêrîna lezgîn de dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da.

Kadîr Înanir di "Pêvajoya Çareseriyê" de di nava “Şandeya Aqilmendan“ de cih girt û li herêma Deryaya Spî gund bi gund geriya û girîngiya aştiyê vegot. Înanir timî bi Rêber Apo û hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattîn Demîrtaş re di nava hevgirtinê de bû.