Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro komeke nû ya dîlgirtiyên QSDˊê berda. Diyar Hisên Mehmûd û Hesen Newaf gihîştin bajarê Qamişloyê
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro komeke nû ya dîlgirtiyên QSDˊê berda. Diyar Hisên Mehmûd û Hesen Newaf gihîştin bajarê Qamişloyê
Duh, komek nû ya dîlgirtiyên ku di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bûn hatin berdan. Îro jî, (26 Hezîran) ji wê komê 2 dîlgirtî bi navên Diyar Hisên Mehmûd û Hesen Newaf gihîştin bajarê Qamişloyê.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê, bi taybet spîkirina girtîgehan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ev koma nû hate berdan.
Koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, 01ˊê Hezîranê jî 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan, duh jî komek din hat berdan.