Nobeta Edaletê ya Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Şirnex Adnan Şenbayram, Rêveberê Egîtîm-Senê yê Şirnex Mesût Aslan, Rêveberê Nûnertiya Egîtîm- Senê yê Cizîrê Nîzam Kaplam û Rêveberê Şaxa SESê yê Şirnex Abdulkadîr Oruker ku ji ber tev li şînê û çalakiyên ji bo êrîşên li ser Rojava pêkhatine bûne ji kar hatibûn dûrxistin di hefteya 4emîn de li Qada Komarê ya Şirnex berdewam dike. Karmendên ji kar hatine dûrxistin, endamên û rêveberên şaxên KESKê yên Riha, Dîlok, Semsûr û Mêrdînê, endam û rêveberên ÎHDê, OHDê û Baroya Şirnex, endam û rêvenerên partiyên siyasî tev li nobeta edaletê bûn.
‘EM JI BO AŞTIYÊ DU DEM PAŞDE GAV NAVÊJIN’
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê Adnan Şenbayram diyar kir ku ji ber wan li hember şer aştî parastiye ji kar hatine derxistin û wiha axivî: “Me li hember şer aştî parast û em ê her tim aştiyê biparêzin. Çiqas li hember me biryarên wisa bidin jî em paşde gav navêjin. Heya ku em aştiyê bînin vî welatî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘LI ŞIRNEXÊ PÊKANÎNÊN LI DIJÎ AŞTIYÊ HENE’
Piştî Adnan Şenbayram Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê Egîtîm-Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku biryara çalakiyên hevalên wan kirine wan dane û wiha got: “Çalakiyên hevalên me li hember kuştina zarokan, kuştinan jinan, qetilkirina xwezayê û li hember şer pêkanîne me daye. Diviya beriya hevalên me, em hatiban darizandin lê li Şirnex hiqûqek cuda heye. Kesên Şirnex rêve dibin bi van biryarên xwe nîşan didin ku li dijî pêvajoya aştiyê ne. Lê çi dikin bila bikin em ê tekoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.”
‘DIVÊ DEMILDEST DEV JI VAN PÊKANÎNA BERDIN’
Piştî axaftina Zulkuf Guneş li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnex Parêzer Huseyîn Sedat Sulger daxuyanî da. Huseyîn Sedat Sulger da zanîn ku karmendên ji kar hatine avêtin bi hinceta tev li mafê pêşandan û meşê bûne ev biryar hatiye dayîn û wiha axivî: “Hevalên me yên ji kar hatine avêtin ji ber ku tev li daxuyaniyên êrîşên li ser Rojava bûne û tev li şînan bûne derbarê wan de ev biryar hatiye stendin. Tevilbûna mafên meş, xwepêşandan û şînê ne sûc e û divê demildest rayedarên dewletê dev ji van pêkanînên xwe berde.”
Piştî daxuyaniyê nobeta edaletê bi dawî bû.