Cenazeyê Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin
Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku li nexweşxaneya Belçîkayê jiyana xwe ji dest da, wê 27’ê Hezîranê roja şemiyê li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê were veşartin.
Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku li nexweşxaneya Belçîkayê jiyana xwe ji dest da, wê 27’ê Hezîranê roja şemiyê li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê were veşartin.
Bernameya veşartina cenazeyê kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku 23’yê Hezîranê li Belçîkayê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da, diyar bû.
Îşev saet 22.30’an wê cenazeyê Balci bînin Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê û wê ji vir bibin Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a li Batikentê.
Cenazeyê Bayram Balci wê saet 11.30’an li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê were veşartin.