Li Fransayê heta niha 55 kes ji ber germê fetisîn

Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber germê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 55 kesî. Hikumet bi fikar e ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan li cihên avjeniyê yên bêkontrol jiyana xwe ji dest dan.

Fransa bi rojan e di bin pêla giran a germê de ye. Hejmara qurbaniyên ku ji ber germê ketin avê û fetisîn gihîşt 55 kesan. Wezîra Sporê Marina Ferrari hişyarî da ku hejmara qurbaniyan dibe ku zêdetir bibe.

Ferrari got, ji sedî 65 ê bûyerên xeniqînê li wan deveran rû dan ku hêza rizgarkirinê lê nebûn an jî qadên ku ji bo avjeniyê destûr nayê dayin. Her wiha bang li welatiyan kir ku li cihên bêkontrol nekevin avê.

Li welêt pêla germê hinekî kêm bû be jî 61 bajar roja Înê di asta alarma sor de ne.

Li gorî danyên Desteya Tenduristiya Gel a Fransayê, di sala 2025'an de havînê 409 kes fetisîn.