Aktîvîstên Kongreya Îslama Demokraktîk û alimên olî li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk axivîn. Meleyan diyar kirin ku ji bo pêvajo encamên mayinde bi xwe re bîne pêwîste samîmiyet, edalet, piştevaniya civakî û daxwazên gel li ber çavan bêne girtin.
'PÊWÎSTE EDALET Û YEKÎTÎ PÊK WERE'
Aktîvîstê Kongreya Îslama Demokratîk Emîn Ay bi bîr xist ku zêdeyî salek e pêvajoya aştî û civaka demokratîk dewam dike, civak ji ber şerê ji salên dûr û dirêj westiya ye û got, "Em di nava pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne ku nêzî salek e dewam dike. Di nava 50 salî de şerekî cidî û windahiyan rû dan. Di nava vê demê de mirov hem ji ber şer hem jî ji ber mirinê gelekî westiyan. Lewma daxwaza ji bo aştiyê her demê hate bilêvkirin. Di vê pêvajoyê de sedema esasî ya vî şerî divê baş bê fêhmkirin û ev pirsgirêk ji holê rabe. Li cihê ku edalet, yekîtî û piştevanî nebe, hesteke xurt jî di nava civakê de nabe. Divê aştiyeke xurt û mayinde bi cih bê anîn."
Ay ragihand ku di konferansê de wan pêvajo bi akademîsyen, alim û meleyan re nirxandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Her kes li sser pêvajoyê diaxive. Gel jî di her firsendê de israra xwe ya ji bo aştiyê tîne ziman. Divê daxwazên gel li ber çavan bêne girtin. Hesta edallet, aştî û samîmiyetê divê li her qadê derbasî pratîkê bibe. Em samîmiyeta vê pêvajooyê ji aliyê exlaqî, wijdanî û manewî dinirxînin. Ev rewş divê binesaziya civakê xurt bike."
'ÎSLAMA DEMOKRATÎK DIVÊ LI HER QADÊ XWE BI RÊXISTIN BIKE'
Ay destnîşan kir ku divê rastiya civakê li ber çavan bê girtin û got, "Pêvjoya heyî divê bi pêş ve biçe û daxwazên gel li ber çavan bêne girtin. Weke alimên olî em di wê baweriyê de ne ku aştî û hevgirtin divê li her qadê bêne avakirin. Divê guh bidin civakê, ev polîtîka azadî û hevgirtina gelan pêk bîne. Îslama Demokratîk jî divê di vê nuqteyê de xwe bi rêxistin bike û van daxwazan di nava civakê de bixe meriyetê."
'PÊVAJO JI BO HEMÛ GELAN ŞENSEK E'
Alimê olî Fehrî Mele jî işaret bi girîngiya pêvajoyê kir û anî ziman ku ev yek ji bo hemû aliyan firsendeke dîrokî ye. Mele got, "Ev pêvajo hem ji bo gelê kurd hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo gelan hemûyan şensê dawî ye. Xwedê di ayetekê de dibêje, Misilman hemû xwişk û bira ne. Ev pêvajo vê derfetê dide me. Divê ne şer ne jî neçareserî nekeve navberê. Jİ bo yekîtiyê jî pêwîstî bi samîmiyetê heye."
'AŞTÎ Û DURUSTÎ DIVÊ ESAS BÊNE GIRTIN'
Mele diyar kir ku divê pêvajo li ser bingeha samîmiyetê bê meşandin û got, "Gavên têne avêtin divê ne tenê ji bo îro bin, pêwîste bi vê cidiyetê êdî gav bêne avêtin û nêzîkatiyeke bi durustî bê nîşandan. Bi gotina aştiyê divê hesta tolhildanê neyê xurtkirin. Her kes di vê pêvajoya hesas de divê gavên samîmî biavêje. Di vê pêvajoyê de divê hesta xwişk û biratiyê û yekîtiyê esas bê girtin. Gavên şênber divê werin avêtin û ji bo avakirina aştiyê divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Ola Îslamê di nava civakê de aştî û durustiyê ji xwe re dike esas. Ji bo serketina vê pêvajoyê samîmiyet şert e. Em mele her tim bi aştî û gel re ne. Divê li gorî daxwazên gel ev pêvajo bi ser bikeve. Êşa ku bi salan li vê erdnîgariyê tê kişandin divê bi dawî bibe."