Dayika Emîne: Dema ez destarî digerînim serpêhatiyên dema berê tên bîra min
Destar ango du kevirên ku jiyan têre diçe û bereket jê diherike. Bi destê dayikan gelek jê tên hilberîn.
Destar ango du kevirên ku jiyan têre diçe û bereket jê diherike. Bi destê dayikan gelek jê tên hilberîn.
Destar yek ji wan amûrên kevnar e ku di çanda Kurdî de xwedî cihekî taybet e. Ev amûr bi tenê amûreke teknîkî ya ji bo hêrandina genim nîne li gel vê yekê ew sembola têkoşîn, bêhnfirehî, bereket û berxwedana jina Kurd e.
Destar (bi Zazakî: distar), peyveke pêkhatî ye ji du gotinan: "dest" û "ar" (ard, arvan an jî "ar" ji bo 'er' ariq) pêk tê. Ango "tiştê ku bi destan tê hêrandin". Ew amûreke ku ji du kevirên gilover ên giran ên li ser hevûdê pêk tê. Yê jêrîn sabît e û li ser rûyekî tê danîn, yê jorîn jî li ser yê jêrîn dizivire.
Li Kurdistanê bi berdewamî şer û bindestî hebû, lê belê jin ne hatine şikandin. Destar sembola berxwedana jinên Kurd bû. Li vir sê girêdanên sereke hene. Bêhnfirehî û sebr. Genim bi tenê bi hêza merivan nayê hêrandin, nabe ku mirov destarê zû bizivirîne, divê mirov hêdî hêdî "tiq tiq" bizivirîne. Mîna ku dayîka Kurd di nava felaketan de bi dilhêşînî li bendê dimînin.
Bereket. Li gor baweriya Kurdan ard (ar) weke "tovê jiyanê" tê dîtin. Jin çi qasî xwe li nava destarî bixîne, ardê wê çi qasî xweş be, nanê wê jî wê xweştir be. Hevkarî. Di nava malbatên kevnar de, destar "mala jinan" bû. Mêr bi çandinê re eleqedar dibû, lê belê dayîka malê, bûk û keçên malê bi hev re bermalî dikirin.
Di şevên dirêj ên zivistanê de, dema ku berf deriyên gundan digirt, jinan destar dixist ber xwe, genimê ku ji havînê mayî dihêrandin. Li kêleka wê keçên wê yên ciwan bi duhûkê nan dipijandin. Di van şevan de "Stranên Hêrandinê" (Stranên Destarê) dihatin gotin.
Jin yekemîn parêzvan û veguhêzên çandê ne. Di destpêka jiyana civakî de, ji bo pêşxistina hevjiyan û avakirina bingeha çandê, jinan roleke bingehîn lîstiye û ev rol heta roja me ya îno jî berdewam dike. Di dîroka mirovahiyê de destar amûreke jiyanî ya girîng bûye. Tevî ku teknolojî pêş ketiye jî jin her tim bi armanca parastina çanda xwe, mîrasa dayikên xwe diparêzin. Jin bi keda destên xwe, di destaran de genim, nîsk, ceh û genim dihêrinin.
Piştî pêşketina teknolojiyê û alavên nûjen, êdî ev destar bes li hin malan mane, ew jî yan weke muzeyekê li qurzîkeke odeyekê yan jî bi destê dayîkekê heta niha jî ew destar tê gerandin.
Dayîka bi navê Emîne Xelîl Berkel wiha qala serpêhatiyên xwe yên têkildarî destarî dike û dibêje ku ew niha careke din vegeriya wan bîranînên xwe yên ciwantiyê.
Dayîka Emîne Xelîl Berkel ev yek anîn ziman: “ Dema berê li gund em hemû bi rihê komînal û kolektîv bi hev re keçên gund li hevûdu kom dibûn û her roj me ji bo malekê bi 6 an 7 destaran genim, ceh, nîsk û firîk dihêrand. Em bi hev re bûn heta ku me diqedand û dema ku me diqedand jî wê rojê em ji wî genimê hêrandî li wê malê xwarina gêrm dihat çêkirin.”
Emîne Xelîl Berkel anî ziman ku destar yek ji dîroka resen ya dayîkê ye û got. “Di wê demê de hemû alavên hêrandinê tune bûn, piranî bi destaran hemû tişt dihatin hêrandin. Ew jî ji bo mûneta salê dihat kirin. Tê bîra min ku dayîka min ji ber ku ard tune bû, wê çaxê rabû û ew genim hêrand û ard çêdikir û ji wî ardî jî ji me re nan pejand. Hîna ew bîranînên wê demê di mejiyê min de ne û heta niha jî dema ez destarî digerînim wê demê û wan hevalên xwe hîs dikim.”
Destar ne tenê amûreke ku berheman dihêre, ew bi xwe bîranînek e ku ji dayîkan maye. Bi destê dayîkan her tişt tê hêrandin ku ev yek bi rêya destaran pêk tê. Destar çîroka dayîkan e ku wê heta hetayê jî bimîne.