Li Draguignanê ji bo konferansa ‘Pirsgirêka Kurd’ eleqeyek mezin

Li bajarê Draguignan a Fransayê bi sernavê ‘Ji dîrokê heta roja îro pirsgirêka Kurd û çareseriya wê’ konferansek hat lidarxistin.

Konferansa ku bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Draguignanê (KOMAW) û şaredariya Draguignanê hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Konferans bi sernavê “Ji dîrokê heta roja îro pirsgirêka Kurd û çareseriya wê” hat lidar xistin û rastî eleqeyek mezin hat.

Di konferansê de, zanyar û nivîskar Hamît Bozarslan nêzîkî du saetan axivî. Bozarslan, dîroka Kurdistanê, qonaxa têkoşîna azadiyê û rewşa îro ya gelê Kurd şirove kir û rola wan di Rojhilata Navîn de nirxand.

Bozarslan got ku pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, bûye pirsgirêkeke navneteweyî jî. Bozarslan, diyar kir ku çareserî tenê bi rêyên demokratîk, pirrengî û aştiyane pêkan e.

Bozarslan her wiha bandora bûyerên siyasî yên Rojhilata Navîn a li ser pirsgirêka Kurd jî şirove kir û got ku ev pêvajo hem metirsî hem jî fersendên nû dihewîne.

Piştî axaftinan beşdarên konferasnê têkildarê mijarên ku meraq dikin pirs ji Bozarslan kirin û bersiv werbigirin. Di dawiyê de, nîqaş bi axaftin û parvekirina ramanan bi dawî bû.

Beşdarên konferansê gotin ku xebatên bi vî rengî ji bo baştir fêmkirina pirsgirêka Kurd û axaftina li ser çareseriyên aştiyane pir girîng e.