Li Fransayê germahiya zêde: 40 kesî jiyana xwe ji dest dane

Ji ber germahiyên zêde yên li Fransayê ji 18’ê Hezîranê ve ye 40 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîrê  Fransayê Sebastien Lecornu da zanîn ku ji 18’ê Hezîranê ve ye 40 kes xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane. Sebastien Lecornu di civîna krîzê de bûyerên xeniqînê weke ‘’felaketeke xemnak’’ pênsa kir.

Wezîra Werzîş û Ciwantiyê Marina Ferrari jî roja Sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji destpêka dawiya hefteyê ve nêzîkî 20 kes xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane.

Rayedar destnîşan dikin ku welatî ji ber germahiya zêde berê xwe didin avjeniya li cihên nayên kontrolkirin û talûke û ev yek bandorê li mirina welatiyan dike.

JI BO HERÊMÊN BITALÛKE HIŞYARÎ

Voies Navigables de France (VNF) a saziya dewletê ya rêveberiya rêyên ava Fransayê dike, hişyarî da ku têketina avê ya li kanal, bendav, nêzîkî deriyên bendavan yan jî çemên ji bo soberiyê ne guncav in xwedî rîskeke mezin e.

GERMTRÎN ŞEVA DI DÎROKA WELÊT DE

Saziya meteorolojiyê Meteo-Franceyê da zanîn ku şeva Sêşemê weke germtirîn şeva ji sala 1947’an heya niha hatiye tomarkirin.

Li gorî daneyan, naviniya germahiya herî kên a neteweyî weke 21,6 dereceyan hate tomarkirin. Bi vî awayî ji rekora 21,4 dereceyan a di 25’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû tomarkirin, hate derbaskirin.

ZÊDETIRÎ JI SEDÎ 90’Ê NIFÛSÊ DI BIN TALÛKEYÊ DE YE

Li Fransayê li 54 bajaran ji ber germahiyên zêde hişyariya sor heye û li 35 bajaran jî ya torincî heye. Ev yek tê wê wateyê ku zêdetirî ji sedî 90’ê nifûsa welêt ji ber germahiyên zêde di bin talûkeyê de ye.

Pisporên meteorolojiyê diyar dikin ku germahiyên zêde bi taybetî li herêmên rojava û navendî xwe nîşan didin.

REKORÊN GERMAHIYÊ YÊN REKOR

Roja Duşemê li gelek bajarên Fransayê rekorên germahiyê hatin şikandin.

- Li bajarê Angersê germahî gihîşt 40,9 dereceyan.

- Li bajarê Saintesê germahî bû 42 derece.

- Li Bordeauxê termometreyan 41,9 derece nîşan dan.

Bilindtirîn germahiya rojê jî li Chateaumeillant a li herêma Cherê weke 43,3 dereceyan hate tomarkirin.