Alî Haydar Kaytan wê 5'ê Tîrmehê li Berisch Gladbach bê bîranîn
Yek ji kesayetên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) wê 5'ê Tîrmehê li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê bê bîranîn.
Yek ji kesayetên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) wê 5'ê Tîrmehê li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê bê bîranîn.
Ji bo yek ji kadroyên pêşeng û damezrîner ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan wê li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê 5'ê Tîrmeha 2026'an çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin.
Çalakî wê li navnîşana Saal 2000, Schlodderdicher Weg 48A, 51469 Bergisch Gladbach pêk were.
Alî Haydar Kaytan ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo bû û ji damezrandina Tevgera Azadiyê ya Kurd û pê ve ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi berpirsyariyên girîng rabû.
Di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de ku par hate lidarxistin, ji raya giştî re hate ragihandin ku Alî Haydar Kaytan 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû. Kongreyê Alî Haydar Kaytan weke sembola "Dilsoziya bi Rêbertî û Jiyana Pîroz û Heqîqetê" pênase kiribû.