Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê 35’emîn Fête de la Musique de Genève (Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Cenevreyê) tê lidarxistin. MED-RA Dersim di çarçoveya festîvalê de derket ser dikê û mîrata muzîkê ya pirçandî ya gelên Mezopotamya û Anatoliyê bi hezkiriyên muzîkê yên li Cenevreyê re anî cem hev.
MED-RA Dersim şeva Yekşemê roja sêyemîn a festîvalê li Terasse Agrippa a ku li pişt Katedrala Saint-Pierre li herêma dîrokî ya Vieille Ville de Genève ye derket ser dikê û bi performansa xwe rastî eleqeyek mezin hat.
MED-RA Dersim berhemên bi Kurmancî, Kirmanckî, Ermenî, Suryanî, Tirkî, Azerî, Erebî, Farisî, Çerkezî û Fransî pêşkêş dike û di heman demê de bîra çandî ya hevpar a van gelan jî diparêze.
Di konsera ku li Dika Etnomûzîkolojiyê ya ADEM’ê hat lidarxistin de, beşdar jî stran gotin. Bi gerandina govendê sînorên di navbera dikê û beşdaran de hat rakirin.