Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin
Navbera gundê Rambûs û Kambûsî ya li berpalê çiyayê Şengalê şewatek mezin derket û heta niha jî berdewam e.
Navbera gundê Rambûs û Kambûsî ya li berpalê çiyayê Şengalê şewatek mezin derket û heta niha jî berdewam e.
Li gorî nûçeya Rojnews’ê, di seatên nîvro de li navbera gundê Rambûs û Kambûsi ku dikevin berpalê çiyayê Şengalê şewatekî mezin derket.
Hate zanîn ku bi derketina şewatê re xelkê heremê û karmendên agirkuj gihiştin qadê û hewla vemirandina agir didin. Lê her diçe şewat zêde dibe û nêzî avahiya kargeha qîrê dibe.