'Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe'

Navenda Parastina Mafên Rojnamevanan Metroyê diayr kir ku li Herêma Kurdistanê hejmara dosyayên ku destwerdanên siyasî li wan tê kirin zêde dibe û li gel mafên rojnamevanan hiqûq jî tê binpêkirin.

Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan, derbarê binpêkirinên dijî rojnamevanan, herwiha li ser naveroka dozên ku di dema du mehên borî de gihîştine ber destê wan, daxuyaniyek belav kir.

Navenda Metroyê ragihand, di du mehên borî de zêdetirî 10 dozên taybet gihîştine berdestê wan ku di esasê xwe de pêwîst bû li gorî Qanûna Rojnamegeriyê ya li Herêma Kurdistanê” danûstandin bi wan re bihata kirin û hate gotin; ‘‘Lê belê desthilatê ji bo bêdengkirina dengên rexneger, berê xwe daye qanûna hejmara 6 ya sala 2008’an (Qanûna qedexekirina xirab bikaranîna amûrên peywendîdanînê), ku cezayê wê ji şeş mehan heta pênc salan girtîgehê di nav xwe de dihewîne.’’

Hate destnîşankirin ku ev qanûn êdî sînorê taybetbûna bi pirsgirêkên civakî yên ku amûrên peywendîdanînê û înternetê ava dikin derbas kiriye, belkî rênivîsên wekî “belavkirina nûçeyên çêkirî û tohmetbarkirin bi rêya înternetê” di qanûnê de ji bo armancên cuda tên bikaranîn, bi taybetî jî li dijî rojnamevanan.

Navenda Metroyê balkêşa ser fermana girtina Serokê Desteya Rêveberiya Kanal 8 Ehmed Necm û rojnamevan Bijar Debax ku wezîrê navxwe di 7’ê Gulana 2026’an de îmze kiriye. Hate gotin ku ji ber şerê medyayê, bi heman hincetê zemîn hatiye amadekirin ku YNK li dijî medyakarên PDK’ê dozên qanûnî tomar bike.

Navenda Metroyê da zanîn ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Wezîrê Karê Hindir kiriye ku biryara girtinê dernexe û wext bide da ku kesên daxwazkirî li beramberî dadgehê amade bibin, lê belê piştî vê daxwazê wezîr fermana girtinê derxistiye.

Navenda Metroyê ragihand ku Wezareta Karê Hindir daxwaz ji hemû hêzên ewlehiyê yên navxwe kiriye ku kesên daxwazkirî werin girtin û li dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê amade bin.

Li gorî Navenda Metroyê wê hêzên Silêmaniyê vê biryara Wezareta Karê Hindir bicih neynin û hate gotin; ‘‘PDK û YNK’ê beşekî zêde yê medyayê ji bo şerê siyasî, şerê veşartina rastiyan, têkbirina civakî, aştiya civakî ava kirine. Zêdebûna dozên qanûnî yên xwedî rengê siyasî û radestkirina wan ji bo pêşbaziya siyasî ya navbera YNK û PDK’ê de, ne tenê azadiya karê rojnamegeriyê, di heman demê de serweriya qanûnê jî dixe bin pirsiyarê û em vê yekê red dikin.’’