Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Kolombiyayê de namzetê rastgiriya tund Abelardo de la Espriella bi ser ket. Li gorî encamên ne fermî Espirella ji sedî 59,7 ê dengan wergirt. Namzetê çep fîlozof û parêzvanê mafên mirovan Ivan Cepeda ji sedî 48,7 ê dengan bi dest xist.
Bi vî rengî li Kolombiyayê piştî dema Serokkomar Gustavo Petro ku yekemcar çepgirî lê bûbû desthilatdar, rêveberiya welêt careke din derbasî meyla rastgiriyê bû.
TRUMP PIŞTGIRÎ DA ESPRIELLA
Parêzer û karsazê 47 salî Espriella di kampanya xwe ya hilbijartinê de bi nêzbûna xwe ya li Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump bal kişand. Piştî serketina wî ya hilbijartinê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio ragihand ku wê bi rêveberiya nû re di mijarên ewlekarî û koçberiyê de hevkariyê bike. Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal serketina Espriella pîroz kir.
SOZA POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ DIDE
Espriella ku dibêje, li hemberî kartelên narkotîkê û komên çekdar wê xwe ji bikaranîna hêzê nede alî, polîtîkaya Gustavo Petro ya li ser muzakereyê û hevdîtinên aştiyê rexne dike.
Di kampanya hilbijartinê de soz da ku girtîgehên mezin ava bike, kampên rêxistinên narkotîkê bi piştgiriya DYE û Îsraîlê bombe bike û lêçûnên dewletê di asteke girîng de kêm bike.
RABIRDÛYA XWE YA CIHÊ NÎQAŞÊ
Parêzerê mîlyoner Espirella dema derbasbûyî bi parastina komên paramîlîter û bazirganên narkotîkê timî dihate rexnekirin. Her wiha bi daxuyaniyên xwe yên dijminane yên li dijî jinan û kesên LGBTI+ li nava raya giştî bûbû cihê nerazîbûnan.
Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê di serî de Cali û Bogota li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Namzetê çep Ivan Cepeda diyar kir ku wê li encamên hin sindoqan îtirazê bike.
LI LATÎN EMERÎKAYÊ PÊLA RASTGIRIYÊ XURT DIBE
Li gorî çavdêrên siyasî, serketina Espriella piştî Arjantîn, Ekvador û Şîliyê xeleka dawî ya meyla rastgiriya tund e ku li Latîn Emerîkayê xurt bûye. Serokkomarê nû wê di 7'ê Tebaxê de dest bi wezîfeyê bike.