Li Xezeyê tevî agirbestê jî zarok hîna jî tên kuştin

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) got, agirbesta ku di navbera Hamas û Îsraîlê de hate kirin, ji bo zarokên Filistînî bûye “hêviyek bêmerhamet û kujer”. UNICEF’ê, diyar kir ku ji Cotmeha 2025’an vir ve 265 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê UNICEF’ê James Elder, diyar kir ku her çend tê gotin li Xezeyê agirbest heye jî, ji bo zarokan rewş bi vî awayî nîne.

Elder, da zanîn ku ji Cotmeha 2025’an vir ve li Xezeyê 265 zarokên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 400 zarok jî birîndar bûne. Elder, anî ziman ku piraniya van zarokan di encama êrîşên hewayî û bombebaranên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Elder, destnîşan kir ku divê kuştina zarokan neyê normal kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan bide.

UNICEF’ê, her wiha ragihand ku bi sedan zarok hewcedarê dermankirina lezgîn in û ji ber kêmbûna dermanan, zarokên birîndar bi metirsiya enfeksiyonê û pirsgirêkên tenduristiyê yên mayînde re rû bi rû ne.

Elder, got ku mirina zarokan li Xezeyê dikare were astengkirin û got ku ev pirsgirêk ne ji ber nebûna çareseriyê, ji ber kêmbûna îradeya siyasî rû didin.