Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi dirûşma 'Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin' li Sêrtê dest bi kombûnên gel ên ji bo du rojan kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de heyeta DBP'ê destpêkê li Baxçeyê Çayê yê Mezopotamyayê bi şêniyan re civiya.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di vê kombûnê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd salên dûr û dirêj e ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşe. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser îradeya ku ji 27'ê Sibatê û vir ve hatiye destnîşankirin û ragihand ku daxwaza demokrasiyê ji bo Kurdan ne rewşeke nû ye.
Hevseroka DBP'ê anî ziman ku Rêber Apo li gel mercên giran ên tecrîdê ji bo avakirina aştiyê hewl dide û destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên sed salî êdî nema dikarin bêne meşandin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku li Rojava şer li ser Kurdan hate ferzkirin, lê belê Kurdan tercîha xwe li aliyê aştiyê danî û got, li Tirkiyeyê jî aştî bi gavên wêrekî dikare bê avakirin.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku ji bo demokratîkbûnê divê dewlet gavên şênber biavêje û bal kişand ser girîngiya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û çareserkirina rewşa girtiyên nexweş.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Li maseya muzakereyê em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin" û ragihand ku têkoşîna wan a ji bo çareseriya demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê dewam bike. Hevseroka BDP'ê diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê çar mîtîngên mezin lidar bixin û got, "Em ê paşeroja demokratîk a vî welatî bi hev re ava bikin."
Hate ragihandin ku heyeta DBP'ê wê hevdîtinên xwe yên li Sêrtê di rojên pêş de jî dewam bike.