Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li hev civiyan û li ser peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq û Îranê axivîn.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendiya Ewlekariya Netewî ya Iraqê ragihand ku Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî li parêzgeha Silêmaniyê li gel Serokê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî civiya.

Hate diyarkirin ku di civîna ku bi amadebûna şandeya bilind a ewlekariyê ya hikûmeta Federal hatî lidarxistin de, nirxandin li ser pêkanîna xalên peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de, pêngavên dawî yên hevpar ên di navbera hikûmeta Federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo piştgirî û parastina ewlehiya sînoran ku li gorî peymana ewlehiyê ya di navbera Bexda û Tehranê de hatiye îmzekirin, hatin gotûbêjkirin. Her weha her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser geşedanên siyasî û ewlehiyê yên dawî yên herêmê û rewşa giştî ya navxweyî ya Iraqê parvekirin.